​​​​​​​Sîham Dawûd: Nêzîkbûna Tirkiyê û hikûmeta Şamê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser e

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Sîham Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, xwe ji hikumeta Şamê nêzîk dike.

​​​​​​​Sîham Dawûd: Nêzîkbûna Tirkiyê û hikûmeta Şamê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser e
30 tebax, 2022   00:45
REQA – EHMED EL ESAF

Piştî ku di civîna Tehranê ya 25’ê Tîrmehê û civîna Soçiyê ya 5’ê Tebaxê de li dar ketine, dewleta Tirk a dagirker nikarî erêkirinekê li ser pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bistîne, berê xwe da hikumeta Şamê da ku piştî dijmintiya 11 salan xwe jê ve nêzîk bike, armanca sereke têkbirina projeya Rêveberiya Xweser.

Têkildarî vê mijarê, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Sîham Dawûd wiha axivî: “Ji destpêka kirîza Sûriyê heta îro em binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dibînin, ku destpêkê xwe wek xilaskera gelê Sûriyê nîşan da. Lê roj bi roj rastiya wê eşkere bû, ku destpêkê destek da opozîsyonê, Artêşa Azad, Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê. Her wiha piştre rasterast axa Sûriyê dagir kir. Heta niha jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê didomîne; ji ber ku di vê herêmê de projeyeke demokratîk bi navê Rêveberiya Xweser heye ku ew tovika çareseriya kirîza Sûriyê ye.”

ARMANCA WÊ TÊKBIRINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E

Sîham Dawûd axaftina xwe wiha domand: “Armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker têkbirina vê projeyê ye, ji ber wê jî ew hewl dide bi hemû awayan vê projeyê têk bibe, çi bi rêya dagirkirina rasterast û gefxwarinê, çi jî bi rêya hedefgirtina fermandarên QSD’ê û siyasetmedarên herêmê bi balafirên bêmirov ên biçek.”

Sîham Dawûd wiha zêde kir: “Piştî 10 salan ji kirîza Sûriyê em dibînin ku Tirkiyê hewl dide ji nû ve têkiliyan bi hikumeta Şamê re ava bike. Di civîna Tehranê ya sêalî (Îran, Rûsya û Tirkiyê) de, Tirkiyê nekarî erêkirinê ji bo pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe, ji ber wê jî wê peymana Edenê ya Nûjenkirî. Ev peyman frotina axa Sûriyê ji Tirkiyê re rewa dike.”

Sîham Dawûd axaftina xwe berdewam kir û got: “Divê hikumeta Şamê destê xwe bide sûriyan û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike. Divê xwedî li bangên Rêveberiya Xweser derkeve û ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li hev bicivin.”

Her wiha Sîham Dawûd bang li gelê Sûriyê kir ku nekeve pey siyaseta dewleta Tirk a dagirker û teqez kir ku eger îro armanca Tirkiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, dê sibe jî tevahiya Sûriyê be.

Sîham Dawûd hemû dengên ku li deverên dagirkirî li dijî dagirkeriya Tirk bilind bûn û banga derxestina Erdogan û artêşa wî ji xaka Sûriyê kirin, silav kir.

Der barê helwesta civata navneteweyî li hember gelê Sûriyê Sîham Dawûd got: “Divê civata navneteweyî xwedî li erkê xwe derkeve û li gor biryara 2254 ya NY’ê kirîza Sûriyê çareser bike.”

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ DÊ BI HEMÛ DERFETÊN XWE PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER BIKE

Sîham Dawûd piştgiriya Partiya Sûriya Pêşerojê ji Rêveberiya Xweser re teqez kir û got: “Rêveberiya me nasnameya me ye, ev dirûşma Konferansa 3’yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê bû, ev rêveberî êdî bû xwedî tecrubeyên mezin ku tevî dorpêç û şerê taybet, her roj îsbat dike ku ew dikare tevî zehmetiyan û bi saya piştgiriya pêkhateyên herêmê li ber xwe bide.”

(mh)

ANHA