​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a Kampa Holê de bi dawî bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku roja yekemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” bi dawî bûye û di wê çarçoveyê de xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a Kampa Holê de bi dawî kirine û ji nasnameyên niştecihên wê piştrast bûye.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a Kampa Holê de bi dawî bûn
25 tebax, 2022   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” de xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a Kampa Hol de bi dawî kirin. Em ji nasnameyên niştecihên beşa yekemîn piştrast bûn. Hêzên me dê bi piştevaniya QSD`ê girtina tedbîran di roja duyemîn a operasyonê de bişopîne.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê sibê, destpêkirina qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ragihand. Hêzê ev operasyon li dijî şaneyên DAIŞ`ê li dar xist da ku niştecihên Kampa Holê ji hovîtiya wan xilas bikin. Her wiha hêzê da zanîn ku şaneyên DAIŞ`ê bi zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk re, tevgerên xwe zêde kirin.

Hêzê got ew dê pabendî qanûn û hevpeymînên mafên mirovan be.

(dm)

ANHA