Partiya Demokrata Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê: "Operasyona Sondê" ewlekariya herêmê diparêze

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di operasyona "Sondê" de piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk.

Partiya Demokrata Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê: "Operasyona Sondê" ewlekariya herêmê diparêze
26 tebax, 2022   03:30
QAMIŞLO – LÎLOZ MIHEMED

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk di 31’ê Tîrmeha derbasbûyî de, daxuyaniyek da û tê de dest bi operasyona "Sondê" li dijî sîxur û ajanên ku ji bo dagirkeriya Tirkiyê dixebitin, ragihand. Operasyon li bajarên Qamişlo, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Dêrazorê, Reqa, Minbic û Kobanêdest pê kir û di encamê de 36 ajan û sîxur hatin girtin, heta niha jî operasyon berdewam e.

' OPERASYONA  SONDÊ PÊWÎSTİYEK BÛ'

Der barê mijarê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Refîq Îbrahîm, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina "Operasyona Sondê" ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve kir, nemaze piştî zêdebûna asta êrişên dagirkeriya tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina kesayetên welatparêz.

Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: "Van ajan û sîxuran ji bo parvekirina agahiyan bi dewleta Tirk a dagirker re û ji bo pêşxistina planên ku tê de gel û bi taybetî kesayetên welatparêz  bikin hedef, xebitîn. Di encamê de hinek ji wan planan pêk hatin û hin kesayetên welatparêz û hinek ên fermandar şehîd ketin."

Îbrahîm her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî kir ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku Operasyona "Sondê " ji bo berjewendiya civakê encamên herî baş bi dest bixe.

'ŞERÊ TAYBET JI BO DERXISTINA TEVLIHEVIYAN TÊ BIKARANÎN'

Îbrahîm bal kişand ser şerê taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: " Dagirkeriya Tirk di şerê xwe yê taybet ê li dijî civakê de, di serî de koma herî nêzî projeya demokratîk dike hedef."

Îbrahîm her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkeriyê li herêmê sîxur û ajanan bikar tîne û got: "Piştî ku dagirkeriya Tirk erêkirina pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka navneteweyî wernegirt, di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de sîxur û ajanan bi cih kirin."

Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê Refîq Îbrahîm herî dawî wiha got: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van sîxuran hişyar bin, ger guman li kesekî bê kirin divê demildest aliyên pêwendîdar agahdar bikin."

(hs)

ANHA