​​​​​​​Şervanên YPG: Em tola şehîd Jiyan Tolhildan hilînin

Şervanên li kêlek fermandar Jiyan Tolhildan şer kirine gotin: "Fermandareke leheng bû, ji bo parastina gel, bi taybet jinê şer kir. Her tim bi serkeftinê difikirî û bû sembola jina azad." Her wiha şervanan soza tolhildanê ji xayîn û dagirkeriyê da.

​​​​​​​Şervanên YPG: Em tola şehîd Jiyan Tolhildan hilînin
13 tebax, 2022   00:52
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dîroka dewleta Tirk a dagirker bi sûcên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinan dagirtî ye. Her wiha hewl dide projeya demokratîk, têkoşîna jinan û destkeftiyên bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku êdî bi Şoreşa Jinê tê nasîn, têk bibe.

Dagirker di vê dawiyê de bi rêya balafirên xwe yên bêmirov ên bi çek asta êrişên bilind kiriye. Her wiha pêşengên Şoreşa Jinê armanc dike. Di 22’yê Tîrmehê de 3 fermandarên YPJ û QSD’ê armanc kirin. Fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û şervana YAT’ê Barîn Botan dema ji Foruma Şoreşa Jinan a li Qamişloyê vedigeriyan ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatin hedefkirin.

Fermandar Jiyan Tolhildan ku gelek pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rê ve birin, ruhê berxwedan û têkoşînê di şervanên li kêlek wê şer kirin, çand.

Der barê mijarê de şervanê YPG’ê Mezlûm Xemgîn axivî û wiha got: " Dema komên çete di 2017’an de êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin, şehîd Jiyan, fermandar û pêşenga şervanên xort û keç û gelê taxa Şêxmeqsûdê bû. Şehîd Jiyan bû sembola jina azad."

Xemgîn fermandar Jiyan Tolhildan bi leheng wesif kir û wiha domand: "Di Şoreşa Rojava de û bi destpêkirina êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker re, şehîd Jiyan şerên li Serêkaniyê, Kobanê û heta bi Minbicê bi rê ve bir. Ew şer bi serkeftinê hatin tacîdarkirin, ji ber lehengî û vîna Jiyan a xurt."

‛FERMANDAR JIYAN EM FÊR KIRIN KU ÇAWA ŞER BIKIN Û BI SER BIKEVIN’

Fermandar Jiyan Tolhildan di 2017-2018’an de pêşengtiya hêzên leşkerî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Şervan Mezlûm Xemgîn li ser wê demê wiha axivî: "Dema çeteyan bi awayekî hovane êrişî taxa Şêxmeqsûd kir, şehîd Jiyan em fêr kirin ku çawa xwe biparêzin û şerê dijmin bikin. Şehîd Jiyan her tim digot em serê xwe ji kesî re natewînin, ji kesî natirsin û em ê li ber xwe bidin  da ku jiyaneke birûmet bijîn."

Xemîng ev li axaftina xwe zêde kir: "Di şer de şehîd Jiyan hêz dida me, em fêrî lehengiyê dikirin. Ji me re digot em ê parastina taxa xwe bikin ku gel û jin werin parastin. Îro jî bi saya wê em bi ewle li taxa xwe dijîn. Em tiştên wê ji me re pêşkêş kirin ji bîr nakin. Em ê destkeftiyên wê bi dest xistin, biparêzin. Şehîd Jiyan zulm û koletiya li dijî jinê qebûl nedikir, her tim şer dikir û parastina wê dikir. Ji bo azadiya jin û azadiya gelê xwe tê dikoşiya, her tim digot dê bi berxwedana wê serkeftin were qezenckirin."

Xemgîn soz da ku dê li ser xeta şehîd Jiyan Tolhildan bimeşe, parastina gelê herêmê û xaka xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bike û ev tişt got: "Em ê tola şehîdên xwe hilînin û dê şerê dagirkeriya Tirk û xayînên ku bi wê re kar dikin, bikin."

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di dawiya Tîrmehê de li dijî sîxur û ajanên ji  dewleta Tirk a dagirker re dixebitin ên ku bûn sedema şehîdbûna gelek şervan, Operasyona Sondê ragihand. Li gorî daxuyaniya QSD’ê, di encama operasyonê de liQamişlo, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Dêrazor, Reqa, Minbic û Kobanê de 36 sîxur û ajan girtin.

‛JIYAN TOLHILDAN SEMBOLA JINA AZAD E’

Şervan Şahîn Heleb jî li ser fermandar Jiyan Tolhildan axivî û wiha got: "Ji taybetmendiyên wê yên balkêş, ji hevalên xwe hez dikir, her tim rûliken bû. Ez ji wê, fêr bûm ku çawa bibim xwedî kesayeteke bihêz."

Şahîn Heleb anî ziman ku şehîd Jiyan li gel şêniyên taxê mohrek hişt ku nayê jibîrkirin û wiha domand: "Dema êrişên li ser taxê, fermandar Jiyan moralên şervan û şêniyan bilind dikirin, di eniyên pêş de digeriya û ji şervanên keç re digot divê hûn xwedî hêz, îsrar û vîn bin, da ku jinan ji zulmê biparêzin. Îro jî şehîd Jiyan bû sembola jina azad."

Şahîn Heleb destnîşan kir ku agahiya şahadeta fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan êşeke mezin bû û soza tolhildanê û têkoşîna li ser rêya wê da.

(fr)

ANHA