Koçberên Efrînê helwesta xwe nîşan da: Me xeta berxwedanê pejirandiye

Koçberên Efrînê li hemberî gef û êrişên dagirkeriyê teqez kirin wan xeta berxwedanê hilbijartiye û ew ê dev ji axa xwe neqerin. Ew dibêjin ku heta vegera li Efrînê misoger dikin, ew ê têbikoşin û dagirkeriyê têk bibin.

Koçberên Efrînê helwesta xwe nîşan da: Me xeta berxwedanê pejirandiye
12 tebax, 2022   23:40
ŞEHBA- ZÊNEB ŞÊXO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi rêya topbaran û balafirên keşfê yên biçek roj bi roj zêdetir dibin. Di encama wan êrişan de şêniyên herêmê, kesayetên welatparêz, şervan û fermandar tên hedefgirtin. Her wiha zirareke mezin digihêje mal û milkên welatiyan û saziyên li herêmê û bi taybet ên xizmetguzariyê.

Ji beriya demekê ve serokkomarê dewleta Tirk a faşîst Recep Tayyîp Erdogan gefên destpêkirina êrişeke nû ya dagirkeriyê li djiî herêmê dixwe. Bajarên Til Rifet û Minbicê bi taybet di hedefa vê êrişê de ne. Ji lew re, di demên dawîn de êrişên dagirkeriyê yên bi aramanca valakirina herêmê ji niştecihên wê, gihîştine lutkeyê. Herî dawî di 26 ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker bombe li ser bajarê Til Rifet ê girêdayî kantona Şehbayê barandin, di encamê de 6 jinên Ereb birîndar bûn.

Şênî û hunermendên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin têkildarî êriş û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe ji ajansa me re parve kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hember êrişan û dagirkeriyê têkoşînê mezintir bikin û dagirkeriyê têk bibin.

BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA GEL WÊ DAGIRKERIYÊ TÊK BIBE

Koçbera ji Efrînê ya bi navê Zêneb Xelîl êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Şehbayê şermezar kirin û got: “Dagirker sivîlan dike armanc û bi wê yekê dixwaze ku vîna gelan bişkîne. Lê ruxmî hemû êrişan jî gel bi îsrar li ber xwe dide û axa xwe terk nake. Bersiva me ya ku dijmin ditirsîne, berxwedan e. Xeta ku me pejirandiye xeta berxwedanê ye.”

Îbrahim Genco ku ew jî koçberekî ji Efrînê ye diyar kir ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê red dikin û wiha dewam kir: “Em ê dev ji axa xwe bernedin, em rê nadin ku careke din me bidin koçberkirin. Ji bo em vegera li Efrînê misoger bikin, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Dijimin nikare vîna me bişkîne. Heta ku em li Efrînê vegerin, em ê li Şehbayê têbikoşin.”

'VEGEREK ME HEBE, WÊ LI EFRÎNÊ BE'

Welatiya bi nave Leyle Mistefa jî bi van gotinan helwesta xwe ya li hember gef û êrişan nîşan da: “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî kantona Şehbayê dike, lê belê ev êriş li dijî tevahî Sûriyê ne. Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe ne tenê Kurdan, lê belê hemû gel û netewan dike hedef û dixwaze wan tune bike.”

Leyla Mistefa da zanîn gefên dewleta Tirk dê bandorê li vîna gel û biryara wan a jiyanê nekin û ew ê li ser xeta berxwedanê bimeşin.

Welatiya bi navê Fatima Mistefa jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan mafê jiyanê binpê dike û got: “Êrişên dagirkeran li Şehbayê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê sivîlan dike hedef û bi vê yekê dixwaze herêmê bide valakirin. Lê em rê nadin ku em carek din bên koçberkirin, vegerek me hebe wê li Efrînê be.”

'LI KÊLEKA ŞERÊ LEŞKERÎ, ŞERÊ HUNERÎ DIKIN'

Hunermendên herêma Efrînê jî ji bo parastina çand, huner û hebûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, rojane di nava têkoşîn û xebatê de ne.

Hunermend Mecîd Kemal ku endamê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ye, êrişên dagirkeriyê şermezar kir û got: “Li hemberî van êrişan em li ser piya ne. Li kêleka şerê leşkerî em şerê hunerî jî dikin, em bi huner û stranên xwe berxwedaniya xwe radigihînin.”

'VÎNA ME TU CARÎ NAYÊ ŞIKANDIN'

Hunermendê ciwan Avrîn Hec Ebdo jî, li hember êriş û qirkirina çandî; teqezî bi parastina çand û hunera kurdî kir: "Bi rêya Starnên xwe em çand û berxwedaniya xwe pêşkêşî cîhanê dikin. Ji bo parastina çanda xwe ji qirkirin û têkbirinê em her di nava kar û xebat de ne. armanca dewleta Tirk wê pêk neyê û vîna me tu carî nayê Şikandin.”

Şanoger Selam Îbo jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve êrişî gelê herêmê dike û dixwaze şoreşa gel têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker dixweze Şoreşa Rojava têk bibe û gelê kurd tune bike, ji ber wê jî rojane êrişan bi ser me de tîne.”

Selam Îbo bang li civaka navnetewî û komeleyên mafên mirovan kir ku li hemberî êriş û qetilkirina sivîlan, divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne, helwesteke hişk nîşan bide û bikeve tevgerê.

ANHA