Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê dubare piştgiriya xwe bi QSD`ê anîn ziman

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya xwe nîşanî QSD`ê da, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên bi rêya keşfên biçek û topavêjan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kir.

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê dubare piştgiriya xwe bi QSD`ê anîn ziman
13 tebax, 2022   03:32
DÊRAZOR- SAMIR EL EZÎZ

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî bi balafirên keşfê yên biçek û çekên giran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û li dijî gelê herêmê komkujiyan pêk tîne. Li hember van sûc û binpêkirinan civata navneteweyî bêdeng e û hesab ji dewleta Tirk a dagirker naxwaze.

Berdevkê Meclisa Eşîrên El Bûkemal a Dêrazorê û rûspiyê eşîra Selman Selah Selman êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Baweriya me bi hêzên me yên QSD`ê heye. Em tevde piştevanên QSD`ê ne û em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin."

Selah Selman wiha axaftina xwe dewam kir: "Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe piştgiriya hêzên xwe yên ewlekariyê bikin da ku ewlehî û îstiqrara herêmên xwe biparêzin. Ji bo berisvdayîna êrişan jî em ê hevkariya di navbera eşîrên herêmê û hêzên leşkerî de xurttir bikin."

Selman diyar kir ku ew ê xaka xwe biparêzin û bihostekê ji axa ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, nadin tu kesî. Her wiha destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ew ê têkoşînê bidomînin.

Selman di dawiya axaftina xwe de bang li cîhanê kir ku destwerdanê bikin û dawiyê li timayên hikumeta Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên Ereban bi giştî, bînin.

Rûspiyê eşîra Rawîn, Elî Hemed El Welî jî têkildarî mijarê wiha axivî: "Em rûspiyên herêmê û Meclisa Xeta Rojhilat êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek û çekên giran ku şêniyên herêmê dike armanc û hewl dide binesaziyê wêran bike, şermezar dikin." 

El Welî anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe ya Osmanî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîne, pê re jî van deveran bike herêmên Tirkan û fikir û girêdana wan jî bixe bin kontrola desthilata xwe ya faşîst.

El Welî teqez kir ku ew destwerdanên li kar û barên jiyana xwe de red dikin û ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin.

Rûspiyê eşîra Rawîn di dawiyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî artêşa Tirk a dagirker piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ji ber ku hewl dide bi hincetên hîn zêdetir bikeve xaka Sûriyê.

(eh)

ANHA