ANF: di çalakiyên gerîla de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin

ANF'ê ragihand, tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî ya girêdayî HPG’ê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirekr giran birîndar bûn, 2 çeper hatin rûxandin.

ANF: di çalakiyên gerîla de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin
6 tebax, 2022   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên gerîla ragihand ku di saetên şevê yên Şemiyê de tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji bo silavkirina Cejna 15’ê Tebaxê çalakiyên kordîneyî kirin.

Li gorî ANF'ê, di çalakiyê de ku gelek teknîk û rêbazên di nava hev de hatin bikaranîn, bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker bi giranî birîndar bûn, 2 çepar hatin rûxandin, cebilxaneyeke mezin a dagirkeran jî hate îmhakirin.

Her wiha hate gotin, ji bo gerîla dest nedanin ser cenazeyan cenazeyê çar leşkeran bi dijwarî hatin bombekirin. Hê jî cebilxaneya dagirekran dişewite û navber navber dengê teqînan tê bihîstin.