Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişlo daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo erebeyek teqiya, di encamê de ziyanên madî û mirovî çêbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişlo daxuyanî da
6 tebax, 2022   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî teqîna li taxa Sînaa ya nêzî benzînxaneya Hisko ya li bajarê Qamişlo, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, di teqînê de ziyanên madî û mirovî çêbûn.

Navendê ragihand ku hêzên dest bi lêpirsînê kirine da ku sedema teqînê û ziyanên wê diyar bike.

ANHA