Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî  êrişa li Qamişlo ragihand ku balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 4 kes şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn
6 tebax, 2022   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê teqîna li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin pavekirin:

''Li gorî encamên lêpirsîna destpêkê ku hêzên me derbarê teqînê vê êvarê 6'ê Tebaxê ya saet 16:21'an a li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo bi dest xistine, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek kir hedef. Di encamê de 4 kes, di nav de 2 zarok şehîd bûn û du welatî jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e, rakirin nexweşxaneyan. Her wiha ziyanên mezin ên madî gihiştin erebeyan û dikanên pîşesaziyê.

Hêzên me lêkolînên ji bo naskirina nasnameyên şehîdan dewam dike.

Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, encamên bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan e ku ewlehî û istiqrara herêmên me dike armanc."

ANHA