Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê

Şêniyên Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El-Ferec li Goristana Şehîdan veşart.

Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê
Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê
Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê
Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê
Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê
Cenazeyê şehîd Hisên El-Ferec spartin axê
6 tebax, 2022   17:18
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partî û rûspiyên eşîran tev li merasîma veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirên Hisên Ewad El-Ferec bûn ku di 4`ê Tebaxê de şehîd bûye.

Li Goristana Şehîdan bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Ebdulkerîm Hisên axivî û got: “Şehadet, berztirîn nirxên mirovahiyê û hemû sîfetên rûmetê ne.”

El-Hisên wiha domand: “Li ser vê axê, rojane em leheng û kesên bêhempa nas dikin ku ji bo welat û axa xwe canê xwe feda kir.  Ev ax bi xwîna ciwanên vê herêmê hate avdan û hîna bi sedan ciwanên me amade ne li ser şopa wan bimeşin û ji bo rûmet û azadiyê tê bikoşin."

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El-Walî axivî û îşaret bi girîngiya destanên dîrokî kir ku şehîdan ji bo parastina şêniyan û peydakirina ewlehiyê dane kir.

Cîgirê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm banga şopandina rêya şehîdan heta tunekriina terorê, zulm û zordariyê kir û got: “Em ê ji bo vê axa pîroz çi bê xwestin bikin.”

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebid El-Îsa wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan spart axê.

 (şx)

ANHA