Di teqîna li Qamişlo de zarokek şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di teqîna li Qamişloyê de zarokekî 16 salî şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû.

Di teqîna li Qamişlo de zarokek şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû
6 tebax, 2022   17:17
QAMIŞLO

Li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo nêzî binzînxaneya Hisko erebeyek teqiya. Tê texmînkirin ku balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li erebeyekê xisitbe.

Li gorî agahiyan, şehîd û birîndar hebin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine,  zarokê bi navê Ehmed Elî Hesen (16) şehîd bûye û welatiyê bi navê Elî Hesen birîndar bûye. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Rehma.

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser teqînê tu daxuyanî nedaye.

ANHA