Hemahengî şertên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext diyar kirin

Çarçoveya Hemehengî diyar kir ku divê dubare pêkanîna hilbijartina Parlanentoya Iraqê, li gorî mekanîzmeya destûrî û yasayê be û çend merc ji bo wê diyar kir.

Hemahengî şertên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext diyar kirin
6 tebax, 2022   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Çarçoveya Hemehengî Elî Eleweyî ji Meilume re axivî û têkildarî banga Tevgera Sedr a ji bo hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê, diyar kir ku eger blokên siyasî lihevkirinê li ser dubare pêkanîna hilbijartinê bikin, divê li gorî sîstema destûrî û yasayê be.

Elî Eleweyî destnîşan kir ku Çarçoveya Hemahengî koma herî mezin e, ji ber ku li gel hevpeymanên xwe zêdetirî ji sedî 50 parlamento di destê wê de ye û li gorî destûrê Çarçoveya Hemahengî ew hêz e ku xwedî biryar e.

Rêveberê Çarçoveya Hemehengî Elî Eleweyî da zanîn ku Çarçoveya Hemahengî ji bo dubare pêkanîna hilbijartinê çend merc danîne û got: “Guhertina Komîsyona Hilbijratinê û yasaya hilbijartinê. Piştî ku aliyekî daxwaza hilbijartina pêşwext kir û hemûyan li gorî pêşkêşkirina xwe erê kir, lê dubare pêkanîna hilbijartinê nehêsan e.”

Piştî banga Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr a ji bo hilbijartina pêşwext, beşek zêde ya hêzên siyasî yên Iraqê piştgiriya xwe ya ji bo wê anîn ziman û niha guftûgo li ser şêwaza pêkanîna hilbijartinê berdewam in.