​​​​​​​Şêwira li Helebê bi dawî bû: Çareserî bi vebijêrka siyasî ya aştiyane pêkan e

Şêwira Helebê ku 2 rojan berdewam kir bi encamnameyekê bi dawî bû, hate gotin ku vebijêrka siyasî ya aştiyane rêya yekane ya çareseriyê ye ku vîna sûriyan rave dike.

​​​​​​​Şêwira li Helebê bi dawî bû: Çareserî bi vebijêrka siyasî ya aştiyane pêkan e
6 tebax, 2022   16:24
HELEB

Piştî bidawîbûna bernameya ku Komîteya Amadekar a Şêwira Helebê daniye, şêwir bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hevseroka Malbenda Helebê ya Çandî Leyla Xalid encamnameya şêwirê xwend.

Encamname wiha ye:

 “Li ser vexwendnameya Malbenda Helebê ya Çandî Hevdîtina Şêwirê bi navnîşan “Sûriye ber bi ku ve diçe?” bi beşdarbîna nûnerên hêzên siyasî, civakî, rewşenbîr ên Sûriyê li dar ket.

Di şêwirê de du mijarên bingehîn; têgeha nasnameya nîştimanî ya Sûriyê û têgeha nenavendîbûnê di 2 rojan de hatin nîqaşkirin. Li ser manşêtên giştî û komker hat lihevkirin ji ber ku ji bo avakirina nasnameya nîştimanî ya sûrî girîng e. Di dîrokê de nasnameya nîştimanî ya sûrî, nehatiye avakirin. Ji ber ku nasnameya nîştimanî ya sûrî, pêwîstiyeke bilez e û gava pêşîn a ber bi pêkanîna aştiya civakî ve ye, li ser diyarkirina armanc, form û rêgezên hevbeş û belavkirina wê hat lihevkirin da ku bibe tovika avakirina nasnameyeke fikrî û wijdanî. Piştre wek rêgezên fikrî û çandî yên xwedî kok, werin sepandin. Di destûr û qanûnan de werin bicihkirin wek pêwîstiyekê ji bo berdewamkirina civakê û parastina yekitiya wê.

Li ser girîngiya bikaranîna xîtabeke siyasî û çapemenî ya nû hat lihevkirin ku xwedî li têgeha nasnameya nîştimanî ya komker û nûjen derdikeve û wê wek banekê dibîne ku pirrengiya olî, çandî, netewî, mezhebî û beşî di bin sîwana xwe de kom dike li ser bingeha hemwelatîbûna azad û dildar. Ev nasname guhêrbar e, lihevxistî û vekirî ye bi hemû aliyan re li ser bingeha naskirin û peywendiya aqilane, ne li ser bingeha têkilbûna bi zorê ya hişk.

Behsa mijara têgeha nenavendîbûnê hat kirin ji ber ku binesaziya zordest a rejîmê li ser navendîbûna hişk ava bûye. Yanî nîqaş li ser nenavendîbûnê hat kirin bi rêbazekê ku yekitiyia Sûriyê û gelê wê diparêze. Ne tenê ev jî, lê belê wek rêbazeke birêvebirinê da ku li welêt geşepêdanê çêke û rê li pêşiya vegera zordstiyê bigire. Tecrubeya Rêveberiya Xweser wek modeleke nenavendîbûnê hat dîtin ku dikare bi rêya diyalogeke nîştimanî ya komker pêk were û were bipêşxistin. Bi şerta ku diyalogên cidî û avaker ên têkildarî wê berdewam bikin.

Di çarçoveya maseya gilover e ya girêdayî aloziya Sûriyê de, avakirina sîwaneke siyasî û nîştimanî ya komker a opozîsyona demokratîk li Sûriyê hat nîqaşkirin ku ev opozîsyon bawer dike ku çareseriya siyasî ya aştiyane rêya yekane ye ku vîna sûriyan di guhertina demokratîk û aştiyane de rave dike û girîngiyê dide berdewamkirina diyalogan di nanvbera sûriyan de.”

(şx)

ANHA