​​​​​​​Şêwira li Helebê: Nenavendîbûn çareseriyeke aloziya Sûriyê ye

Kar û xebata şêwira li Helebê bi nîqaşkirina mijara “nenavendîbûnê” dewam dike. Beşdaran diyar kir ku nenavendîbûn mîsogeriya avakirina welatekî demokratîk e.

​​​​​​​Şêwira li Helebê: Nenavendîbûn çareseriyeke aloziya Sûriyê ye
6 tebax, 2022   12:23
HELEB

Kesên tev li şêwira li Helebê bûne di roja duyemîn de mijara "nenavendîbûnê" nîqaş dikin. Beşdaran ev têgeh qebûl kir û hinan ji wan jî li ser hin nuqteyên nenavendîbûnê ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine pêşniyarkirin, erê nekir.

Ji van nêrînan jî nêrînên çalakgerê sivîl Feysel Milhim û serokê Bloka Nîştimanî ya Demokratîk Basil Kiwêfî ye.

'GUNCAWTIRÎN ÇARESERÎ FEDERALÎ YE'

Feysel Milhim têkildarî nenavendîbûnê wiha axivî: "Di halê hazir de Sûriyê zehmetiya gelek dagirkirinan dikişîne ku ew jî bi armanca parçekirinê ye, lewma baştirîn çareserî federalî ye û nenavendîbûn rêya rast a parastina yekitiya Sûriya pêşerojê ye."

Feysel Milhim anî ziman ku hêza navendê ji nenavendîbûnê tê û pêwîst e xwe bispêre kûrahiya Sûriyê ku qada azad a Sûriyê ye û ji hemû aliyên hiquqî, aborî û civakî re azadiyê tîne. Rêvebeya Xweser jî modeleke nenavendî ye û ji bo wan nû ye.

Serokê Bloka Nîştimanî ya Demokratîk Basil Kiwêfî jî anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser mînakek e, lê hin nuqteyên wê yên erênî û neyênî hene.

Basil Kiwêfî diyar kir ku ji wan nuqteyên neyênî jî pêkanîna federaliyê ye û got: "Em bi demokrasiyê û nasnameya neteweyî re ne û bi nenavendîbûnê re ne jî lê ne bi federaliyê re ne."

Têkildarî girîngiya çandê Basil Kiwêfî got gelê sûrî ji bakur heta bi rojhilat û rojava jî hewcedarî bi demokrasiyê heye, lewma pêwîst e demokrasiya hevbeş a li ser pirrengiyê were bicihanîn.

Basil diyar kir ku hewcedariya nenavendîbûnê bi demê heye, ji ber ku ew jî hewcedarî bi çand û zemînekê heye û got: “Bê guman em erêniyan tercîh dikin. Her wiha em neyîniyan nîqaş dikin ku ev proje bi awayekî mezin bi pêş bikeve."

Ji nêrînên ku di şêwirê de hatin gotin, girîngiya avakirina yekitiya gelê sûrî ye ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser were xurtkirin û pêşxistin ku li tevahiya Sûriyê were pêkanîn.

Kar û xebata şêwirê dewam dike û ew ê di dawiyê de jî encamnameyekê ragihînin.

(eh)

ANHA