​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê kalemêrek kuşt

Çavkaniyên herêmî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku, li navçeya Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk ‎ji bo diziyê êrişî malekê kir, di encamê de kalmêrek birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. ‎

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Cindirêsê kalemêrek kuşt
6 tebax, 2022   12:18
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Hemzat beriya çend rojan, bi ‎armanca diziyê, bi ser mala Silêman Hemko (73) ê ji gundê Kanî Gewrikê yê navçeya Cindirêsê kir.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi tawanên derew li  Silêman Hemko da, di encamê de xwin hat ser mejî û şêniyên gund ew rakirin nexweşxaneya li Mari ya dagirkirî. ‎

Çavkaniyan diyar kir ku Silêman Hemko ji ber lêdana ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, ‎jiyana xwe ji dest da. ‎

(dm)

ANHA