​​​​​​​Meclisa Firatê ya Dêrazorê komkujiya Şengalê şermezar kir  

Meclisa Firatê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de kiriye, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re deynin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

​​​​​​​Meclisa Firatê ya Dêrazorê komkujiya Şengalê şermezar kir  
6 tebax, 2022   12:31
DÊRAZORÊ

Bi dehan endamên Meclisa Firatê, endamên saziyên sivîl û gelek rûspî û şêxên eşîran kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn. Endamê Komîteya Ciwanan a Meclisê Muwefeq El-Hisên li qada meclisê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em bi navê Meclisa Firatê li herêma rojhilat, komkujiya Şengalê di salvegera wê ya 8’an de ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî gelê me yê êzidî bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hatiye ku di encamê jin, zarok, kal û pîr hatin kuştin, şermezar dikin.

Em îro van dîmenên ku ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê trajîk û biêş in, her wiha hemû şehîd û qurbaniyên bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine qetilkirin, bi bîr tînin.

Ev bîranîneke biêş  di dilê me de ye û em Meclisa Firatê hemû êrişên li ser mafên mirovan û li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrişên li dijî gelê me û herêmên me dikin.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin, her wiha dewletên garantor berpirsê hemû sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma Erdogan in.

Em gelê herêma Firatê tevî rûspî, xebatkar, karmend, jin û ciwanan li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk in û her gef û êrişeke leşkerî ku dewleta Tirk û rejîma Erdogan dixwaze li ser xaka Sûriyê pêk bîne, red dikin."

ANHA