Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahiyên medyayên dîjîtal ên dewleta Tirk derewandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahî û propagandayên medyayên dîjîtal ên dewleta Tirk a dagirker derewandin û bang li gel kir ku nekevin xefka derewên dewleta Tirk belav dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahiyên medyayên dîjîtal ên dewleta Tirk derewandin
2 tebax, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî got: "Medyayên dîjtîtal ên dewleta Tirk agahiyeke belav kir ku komeke îstîxabarta dewleta Tirk Nesret Têbîş li Hesekê siûqast kir.

Ev agahî dûrî rastiyê ne, divê hemû gelê me nekevin xefka van agahiyan, ji ber dikevin xizmeta şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker hewl didin li dijî herêmên me pêk bîne."

(fr)