Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 44 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendursitiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 44 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 44 kesên din bi Koronayê ketin
2 tebax, 2022   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku pêketiyên nû yên Koronayê 27 mêr û 17 jin in.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 hezar û 783 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 2 hezar û 566 kes baş bûne û hezar û 578 kesan jiyana xwe ji dest daye.

(cx)