​​​​​​​Aloziya li Iraqê û metirsiyên şerekî navxweyî yê şîeyan

Di demekê de piranî iraqî hêvî dikin ku lihevkirina Çarçoveya Hemahengiyê li ser namzetiya serokwezîr bibe destpêka bidawîbûna krîza siyasî, serokê Muqteda Sedr mase serobinî hev kir û krîz veguhast kolanê. Li gel wê jî metirsiyên şerekî navxweyî yê şîeyan hene.

​​​​​​​Aloziya li Iraqê û metirsiyên şerekî navxweyî yê şîeyan
2 tebax, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Di hefteya borî de, bi taybet roja çarşemê alîgirên Tevgera Sedr têkildarî redkirina namzetê Çarçoveyê Hemahengiyê ya ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiya Sûdanî xwepêşandan li dar xistin û roja şemiyê ev xwepêşandan li pêş parlamentoyê veguherîn protestoyeke vekirî.

Her wiha roja şemiyê li pêş deriyê Herêma Kesk a li paytexta Iraqê Bexdayê dîsa xwepêşandan li dar ketin û hêzên artêşê jî sewqiyatên mezin birin herêmê.

Piştî 10 mehan ji hilbijartinên pêşwext ku di Cotmeha 2021’an de li dar ketine, Iraq di rewşa cemidandina siyasî de dijî, heta niha serokê nû yê komarê tune û serokekî nû nehatiye erkdarkirin ku hikumetê ava bike.

Ji pêşdeçûnên dawîn diyar dibe ku dîmena siyasî aloztir bibe, bi taybet hevrikên Sedr ên di Çarçoveya Hemahengiyê de israr dikin ku civîneke parlamentoyê ji bo hilbijartina serokkomar were lidarxistin, dûre namzetê xwe Mihemed Şiya Sûdanî ji bo avakirina hikumetê were erkdarkirin.

‛BIKARANÎNA GEL JI BO BIDESTXISTINA DESTKEFTIYÊN SIYASÎ’

Têkildarî mijarê, şîrovekarê siyasî yê iraqî Mueyed El-Elî ji ajansa me re wiha got: "Tevgera Sedr piştî ji xebata siyasî vekişî, texmîn kir ku xebata siyasî betal bibe, lê belê israrkirina blokên siyasî bi taybet Çarçoveya Hemahengiyê di xebata siyasî de û gihandina wê ber bi lihevkirinan da ku kesayeteke diyar erkdar bike û li gel piranî blokên siyasî were qebûlkirin, wê yekê Tevgera Sedr bi hêrs kir."

Tê zanîn ku Tevgera Sedr di 12’yê Hezîrana borî de ji parlamentoyê îstîfa kir.

El-Elî wiha domand: "Bi wê re Sedr hesabên xwe ji nû ve di ber çavan derbas kirin, kolan û zexta gel ji bo rawestandina çareserkirina krîzê û xetimîna siyasî bi kar anîn."

El-Elî li ser bikaranîna gel ji bo pêkanîna destkeftiyên siyasî mixabîniya xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Destdirêjiyên li dijî saziyên destûrê û hebûna di wan saziyan de û sekinandina xebatên wan nayê qebûlkirin."

Têkildarî berdewama van xwepêşandanan El-Elî wiha dibêje: "Ev xwepêşandan belgeyên zexta siyasî ne, ew jî piştî Tevgera Sedr hebûna xwe di xebata siyasî de bi rêya îstîfakirina parlamenterên xwe ji dest da. Di encamê de girseya gel wek belgeyeke zexta siyasî li ser blokên din bi kar tîne. Ev jî derî vekirî dihêle ku lihevkirin di navbera blokên siyasî de çêbin da ku ji vê krîzê dûrî bikaranîna zimanê tundiyê, derkevin."

‛ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ ŞÎEYAN PÊK NAYÊ’

Girêdayî şerê şîeyan El-Elî da zanîn ku ev yek ji ber gelek sedeman nabe, ruxmî ku hin aliyên derve li ser bikaranîna xwepêşandanên Tevgera Sedr dixebitin ku fitne derkeve û ev tişt got: "Lê li Iraqê gelek aliyên dikarin vê yekê vehewînin hene, ya yekemîn jî lêvegera olî ye ku her tim di rewşên xeternak de amade ne. Dê helwest û tevgerên wê yên neeşkere nîşan bidin ku krîzê vehewînin û nehêlin şerekî hundirîn li welat çêbe."

‛ÎTÎRAZ NE JI BO SÛDANÎ YE’

Der barê namzet Mihemed Şiya Sûdanî de El-Elî got: "Ez texmîn dikim ku namzetiya wî baş bû, ji ber ku li dijî wî tu dosyayên gendeliyê û xalên neyînî yên di demên berê de nehatin tomarkirin. Ruxmî ku gelek erkên di wezaretan û erkên rêveberiyê yên din de wergirtin."

El-Elî diyar kir ku kesayeta Sûdanî tê qebûlkirin, lê îtîraza Tevgera Sedr ne li ser şexsê Sûdanî ye, hin ji Sedr bi ser Malikî ve dihesibînin, lê belê ji salan ve ji Hevbendiya Dewleta Yasa derketiye û jixwe blokeke siyasî bi navê Feratîn ava kiriye. Di encamê de ew kesayeteke siyasî ya serbixwe ye û bi ser aliyekî ve nayê hesibandin. Lê dîroka wî ya siyasî ya berê ji bo dayîna hin rewayan ji hin blokên siyasî re ku li ser îtîraz bikin, tê bikaranîn.

El-Elî ev tişt anî ziman: "Ez texmîn dikim ku heta hin kesayetên din ji bo serokwezîrtiyê hatin pêşkêşkirin jî dê Tevgera Serd îtîraz bike, bi wê re piştî vekişîna Serd ji xebata siyasî poşmaniyê hîs dike û hewl dide ji nû ve bikeve xebata siyasî yan jî bi çi rengî dibe ku xerab bike."

El-Elî anî ziman ku ji berjewendiya Iraqê ye ku Sûdanî venekişe, ji ber gelek pisporiyên wî hene û dikare gelek dosyayan bi rê ve bibe û xwedî taybetmendiyên baş in û çi kesayetek din were dê ev taybetmendî tune bin.

‛ÇARESERKIRINA VÊ KRÎZÊ BI DIYALOG Û TAWÎZAN PÊKAN E’

Li ser mijarê El-Elî ev tişt anî ziman: "Di navbera Tevgera Sedr û blokên siyasî yên Çarçoveya Hemageniyê de nakokî hene, divê ev tesfiyekirin were çareserkirin û rêgezeke diyalog, lihevkirin û tawîzên dualî di navbera hemû aliyên siyasî de hebe, da ku ev krîz were çareserkirin."

Şîrovekarî siyasî yê iraqî Mueyed El-Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê asoyên çareseriyê dûrî xwînrijandina gelê Iraqê û dûrî pevçûnên gel û mezhebî hebin."

(fr)

ANHA