​​​​​​​Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê hate bombebarankirin

Baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Bamernê a Başûrê Kurdistanê hate bombebarankirn.

​​​​​​​Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê hate bombebarankirin
28 tîrmeh, 2022   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê ragihand ku di saetên nîvro de, bi 2 topên hewanê baregeha artêşa Tirk a dagirker a Bamernê ya li gundê Diraya yê Dihokê hatiye topbarankirin. Tê gotin ku gule li nêzî baregehê ketine û di encamê de agir li derdora baregehê ketiye.

Têkildarî ziyanan agahî bi dest neketin.

Baregeha Bamernê yek ji baregehên herî mezin ên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye.