Meclisa Edaleta Civakî: Divê qada hewayî ya herêmê were girtin

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Meclisa Edaleta Civakî: Divê qada hewayî ya herêmê were girtin
28 tîrmeh, 2022   11:52
KOBANÊ

Dozdgerê Serdozgeriya Giştî Ciwan Mihemed bi beşdariya endamên Meclisa Edaleta Civakî li pêşiya navenda Dîwana Edaleta Civakî ya Herêma Firatê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev zêdetirî 10 salan e ku gelê Sûriyê êş û azarên şerê heyî dikişîne û neçar maye ji malên xwe derkeve, li hemberî vê li şûna ku li gorî biyara Konseya Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmara 2254’an çareserî ji vê krîzê re were dîtin, dewleta Tirk zêdetir xaka Sûriyê dagir dike û demografiya wê diguherîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Di 2019`an de dewletên garatnor DYA û Rûsyayê peymana agirbêstê bi dewleta Tirk re îmze kir, lê ruxmî wê dewleta Tirk li dijî welatî û çalakgeran bi rêya balafirên bêmirov li pêş çavên cîhanê sûcên xwe didomîne."

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên Ii dijî sûriyan şermezar kirin û bang li civata navneteweyî, sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li hember dewleta Tirk bisekinin û çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibînin, her wiha qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin. Her wiha meclisê bang li hikumeta Şamê jî kir ku parastina welatiyan bike.

(eh)

ANHA