Şêniyên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Meclisa Herêma Rojava û ciwanên gundewarê Dêrazorê êriş û komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, her wiha şehîdxistina her 3 fermandarê YPJ`ê şermezar kirin û wê wek hedefgirtina hemû gelê herêmê bi nav kir.

Şêniyên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
28 tîrmeh, 2022   12:59
DÊRAZOR

Endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Gundewarê Rojavayê Dêrazorê Îbrahîm Mihemed bi beşdariya dehan endamên Meclisa Herêma Rojava, Komîteya Ciwanan û Werzîşê, Yekitiya Jinên Ciwan û şervanên YPJ`ê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û hatin gotin: "Hêzên dewleta Tirk a dagirker destekê dide komên tundraw ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, da ku herêmê dagir bike û niştecihên wê ji Kurd, Ereb û Suryan bide koçber kirin piştre jî komên girêdayî xwe li malên van niştecihan bi cih bike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide herêmê bike tirkî û ji Sûriyê qut bike û wiha hate domandin: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast gefan li dijî milyonan şêniyên van herêman dixwe. Ev êriş qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk tê wateya hedefgirtina komî ya gelê herêmê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, kiryarên nijandperestiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê pêk tîne, isbat dike ku hewl dide li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qirkirina komî pêk bîne. Mînaka wê jî di sedsala 20`an de gelek komkujî pêk anîne û herî dawî jî li Qamişlo bi balafiran şervanên YPJ`ê kir armanc.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin û hesabxwestina ji Erdogan bixwazin. Her wiha hate gotin ku divê hikumeta Şamê di çarçoveya yekitiya Sûriyê de vê Rêveberiya Xweser nas bike.

(eh)

 ANHA