‘Berxwedana gerîla hêvî û xilasiya gelên azadîxwaz e‘

Endamê Meclisa PYD`ê Ebdulwehab Xelef destnîşan kir ku têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî hêzên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, ji gelan re bûye rêya xilasî û hêvî.

‘Berxwedana gerîla hêvî û xilasiya gelên azadîxwaz e‘
24 tîrmeh, 2022   05:55
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Ji beriya zêdetirî 3 mehan ve gerîlayên azadiyê di şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de bi derfetên kêm berxwedaneke dîrokî li hember dewleta Tirk dimeşînin ku duyemîn mezintirîn dewletên NATO`yê ye.

15`ê Tîrmehê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya 3 mehan a şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir. HPG'ê ragihand ku di hezar û 129 çalakiyên gerîlayan de hezar û 528 leşkerên artêşa Tirk hatine cezakirin, gelek maşîneyên leşkerî di nav de helîkopter û tank hatine îmhakirin.

Di dema ku artêşa Tirk a dagirker têknîkên pêşketî yên (NATO) ji balafir, helîkopter û çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar tîne, HPG`ê bi rihê û fedayî bersiva van êrişan dide.

/ar/uploads/files/2022/07/23/180346_img_0195.webp

Enadamê Meclisa PYD`ê ya Dirbêsiyê Ebdulwehab Xelef got şerê gerîla û berxwedana lehengî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker ne tenê şerê bi çekê ye, lê belê şerê bi rihê şoreşgerî, îdeolojî û şerê fikrî yê li ser ser felsefeya demokratîk hatiye avakirin e ku maf û nirxên gelan ji hewldanên qirkirinê diparêze.

Xelef îşaret bi rihê fedayî yê HPG`ê naskirina wê ya kûr ji armancên ku ji bo wan têdikoşin kir û wiha axivî: "HPG`ê parastina nirx û mafên gelan dike. Tevî ku dijmin çekên pêşketî û qedexekirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikar tîne, lê gerîlay derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker dixe. "

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê ya 15'ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker di 3 mehan de 2 hezar û 632 caran êrişên bi balafirên şer, hezar û 978 caran helîkopterên şer, hezar û 198 caran çekên kîmyewî û teqemenî bikar aniye.

Xelef destnîşan kir ku HPG`ê bi derfetên kêm, îrade û baweriyeke xurt bi rastiya doza xwe li hember duyemîn mezintirîn dewletên NATO`yê sekinî û zerarên mezin gihand wan.

Xelef wiha pêde çû: "Têkoşîn û berxwedana HPG`ê  ya 40 salî de ne ji xwe ve ye. Ew encama fikr û felsefeya têkoşîn û hiqûqî ji bo doz û azadiya gelê Kurd bi taybet û cîhanê bi giştî ye. Hê jî sîstemên dîktator û deshilatdar maf, nirx û çanda gelan  diçewisînin."

Xelef diyar kir ku têkoşîn û berxwedana dîrokî ku HPG`ê li çiyayên Kurdistanê raber dike çavkaniya xwe ji biryar û baweriyekê girtiye ku li ser erdê tê pêkanîne. Navaroka vê yekê jî ew e ku nabe mirovî bê maf û bê çand bijî ku ji aliyê hêzên serdest û dagirker ve tên çiwisandin. Gerîla mafên xwezayî û nirxên civakê ji qirkirina çandî diparêzin ku dagirkerên Kurdistanê, di serî de Tirkiyê pêk tîn. Gerîla bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gihaştiye pêvajoya têkoşînê, rêbertî zemîneke baş ava kir da ku ber bi avakirina civakeke demokratîk ve biçin ku her gelek, her neteweyek û olek xwedî maf û çanda xwe bin û ji ber vê yekê jî bi têkoşîna gerîla re pergala parastinê ya gelan xurt bû.''

 Xelef di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Me dît ku sîstemên dibêjin PKK`ê terorîst e. Terorîst ew in ên Şengalê tenê bi çeteyên DAIŞ`ê re rûbirû hişin û bûn sedem ku şêniyên wê werin qetilkirin. Ji bilî HPG'ê tu kesî parastina wan nekir."

Endamê Meclisa PYD`ê ya Dirbêsiyê Ebdulwehab Xelef di dawiyê de teqez kir ku berxwedana lehengî ya HPG`ê li dijî hêzên kapîtalîst bûye hêviya gelan di pêkanîna civakeke demokratîk û azad de.

(bx)

ANHA