​​​​​​​Rojnameyên erebî: Aliyên siyasî yên Iraqê bertekên xwe li dijî komkujiya Zaxoyê nîşan dan

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa metirsiya li Urdinê ya piştî rûdanên dawîn ên li Sûriyê, bertekên aliyên siyasî yên Iraqê yên têkildarî komkujiya li Zaxoyê ku dewleta Tirk kiriye û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Aliyên siyasî yên Iraqê bertekên xwe li dijî komkujiya Zaxoyê nîşan dan
21 tîrmeh, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‛URDIN JI GUHARTINÊN ZEXTÊ LI SER REWŞA SÛRIYÊ DIKIN, METIRSÎDAR E’

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji ber rûdanên di rewşa Sûriyê de şahê Urdinê Ebdullah El-Sanî bi fikar e. Ew yek jî di demekê de ku hîna welat li formekê digire ku li hember van pêşdeçûnan bisekine, gelo dê Urdin bi têkiliyên normîlîzakirinê bi Sûriyê re li hember wê yekê bisekine yan jî wê li benda gavên dewletên herêmê be -bi taybet Erebistana Siûdî- da ku li gorî wê ji Şamê ve nêz be yan dûr be?

Şahê Urdinê Ebdullah El-Sanî çarşema borî teqez kir ku di navbera welatî wê, Sûriyê û Rûsyayê têkiliyên der barê xetereyên ewlehî yên li ser sînor hene.

Aliyên siyasî yên Urdinê da zanîn ku êdî Urdin ji bijartiya nêzbûna bi Rûsya û Sûriyê re nêz bûye ku di qonaxa yekemîn de pirsgirêkên sînorî çareser bikin û di qonaxa duyemîn de pirsgirêka penaberan çareser bikin da ku wan vegerînin û bêyî li benda rêveçûneke herêmî yan jî navneteweyî bimînin ku vê dozê çare bikin. Ji ber ev doz piştî paşdeçûna alîkariyên navneteweyî li ser Urdinê bûye barek.

Li gorî aliyên siyasî, Urdin nikare biryareke zelal bide, ew hîs dike ku helwesta xwe ya hundirîn û herêmî rojane bi paş dikeve û tiştek tune ye ku xwe bispêre wê. Bi taybet jî di civîna Cideyê de tu soz jê re nehatin dayîn û pêşniyara wê ya li ser avakirina "NATO’ya Erebî" hate paşguhkirin."

‛PIŞTÎ TOPBARANA LI DIJÎ DIHOKÊ IRAQÊ GILÎNAMEYEK PÊŞKÊŞÎ NY’YÊ KIR’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat ev tişt nivîsî: "Di demekê de Iraq rûbirûyî krîza siyasî ye ku li pêş avakirina hikumetê dibe bend, duh krîzeke din bi cîranê wê dewleta Tirk re çêbû. Ji ber dewleta Tirk parêzgeha Dihokê ya li herêma Kurdistanê ya li Iraqê topbaran kir. Bi wê re Bexdayê Enqere tawanbar kir û gilînameyek pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî teqezî li ser parastina welatê xwe li hember êrişan kir û da zanîn ku Iraqê wê hemû tedbîrên guncaw pêk bîne ku parastina gelê xwe bike û aliyê êrişkar berpirsê hemû rageşiyan e.

Li aliyekî din jî serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr got: "Dewleta Tirk qirêjiya xwe zêde kir, ji wê ye ku Iraqê tenê bi şermezarkirina ji aliyê Wezareta Karên Derve ve dikare bersivê bide, lê mixabin." Sedr pêşniyar kir ku xebatên dîplomatîk kêm bibin, balafirgeh û deriyên bejahî werin girtin, gilînameyek ji NY’yê re bi rêbazên fermî were rakirin û peymana ewlehiyê ya bi dewleta Tirk re heke soz li ser sekinandina topbarankirina xaka Iraqê neda, betal bike.

Di encama topbarana dewleta Tirk a li ser herêma turîstîk a li Zaxoyê ya Dihokê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 birîndar bûn, piranî ji turîstên iraqî yên Ereb bûn.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê got Iraqê der barê êrişên Tirkiyê de gilînameyeke ji NY’yê re rakir û Bexdayê dest bi rêzetedbîrên rawestandina van êrişên dewleta Tirk kir."

‛LUBNAN DI NAVA 3 ÇERXÊN MAFÊN MEZIN DE YE’

Li ser rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Êdî dîmena Lubnanê bi 3 mafên mezin ve girêdayî ye ku dê rêya krîza hundirîn diyar bike, ger ew bi ber rewşeke lubnanî li ser hev dikin û sînorekê ji rewşa trajedîk re yên aborî, civakî û jiyanî re deyne yan ber bi karesateke kûr ve diçe. Ew jî ji mafên avakirina hikumetê, diyarkirina sînorên deryayî bi Îsraîlê re dest pê dike heta bi mafên hilbijartinên serokatiyê ku dê heta 60 rojan li dar bikevin. Ew jî dema bidawîbûna erka serokatiyê ya Mîşêl Ewn e ku di 31’yê Cotmeha bê de bi dawî dibe.

Çavkaniyan ji El-Beyan re da zanîn ku têkiliya derve bi dosyaya Lubnanê zêde dibe, ew jî bi rêya mafên serokatiya bê ye. Tê texmînkirin ku di merheleya bê de rageşî bilind be û zextên navneteweyî li ser Lubnanê zêde be da ku rewşa siyasî ji dest neçe. Ji ber ku ew ê bandorê li hilbijartina serokekî nû di çarçoveya dema destûrê de bike.”

(fr)