​​​​​​​Ji bo qurbaniyên Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin

Lijneya Wezîran a Iraqê li ser fermana Serokwezîr Mistafa Kazimî, ji ber Komkujiya Zaxoyê li seranserî welet 21’ê Tîrmeha 2022’yan weke roja şîna neteweyî ragihand.

​​​​​​​Ji bo qurbaniyên Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
21 tîrmeh, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker duh li gundê Perex ê Zaxo ya Dihokê devera geştiyaran topbaran kir. Di encama topbaranê de zarok û jin jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Piştî Komkujiya Zaxoyê, Lijneya Wezîran a Iraqê li ser fermana Serokwezîr Mistafa Kazimî, li seranserî welet 21’ê Tîrmeha 2022’yan weke roja şîna neteweyî ragihand.

(cx)