​​​​​​​Desteya Rêveber a Şengalê: Bêdengiya hikumeta Iraqê û hevkariya PDK’ê sedema êrişan e

Desteya Rêveber a Şengalê têkildarî komkujiya li Zaxoyê diyar kir ku bêdengiya hikumeta Iraqê û hevkariya PDK’ê sedema van êrişan in. Desteyê xwest balyozxaneya dewleta Tirk a Iraqê bê girtin.

​​​​​​​Desteya Rêveber a Şengalê: Bêdengiya hikumeta Iraqê û hevkariya PDK’ê sedema êrişan e
21 tîrmeh, 2022   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê komkujiya duh ji aliyê dewleta Tirk ve li Zaxoyê pêk hat, şermezar kir.

Daxuyaniya Desteya Rêveber ya Şengalê wiha ye:

“Em ber bi salvegera fermana sala 2014 rû dayî ve diçin û rojên xiyanetê dîsa dubare dibin. Kesên ku civaka êzidî bi qirqirinan re rû bi rû hiştin û pişta xwe dan wê îro cardin li Derkarê ya girêdayî Zaxoyê qetliyamek pêk anî. Em hemû jî dizanin ku sedem û berpirsiyarê van êrişan hikûmeta Kazimî, rêveberiya herêma Kurdistanê ye. Heya îro jî li hemberî tu êrişên dewleta Tirk ya faşîst ne herêma Kurdistanê, ne jî Kazimî dengê xwe nekirîne û êrişan rewa kirine.

Herî dawî di encama topbarandina artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK ve pêk hat, bû sedema mirina 8 geştiyar û 23 kes jî birîndar bûne.

Em êrişa dewleta Tirk ya dagirker li Menteqa Zaxo li dijî geştiyarên Ereb şermezar dikin. Geştiyar çûbun rojek xweş derbas bikin, di nav wan de gelek bûk û zavayên nû jî hebûn ku ji xwere derketîbûn  xweşiyê. Geştiyar ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombe barandin. Em sersaxî ji malbatên wan û hemû Iraqê re dixwazin.

Em wek xelkê Şengalê û Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li rayedarên Iraqê dikin ku bila kesên xwe berpirsiyarê vî welatî dibînin rê li ber dewleta Tirk bigrin. Bi dehan caran li ser axa Şengalê jî heya zarokên me yên 12 salî jî di nav de miletê me yê Êzidî jî hatiye qetil kirin. Hinceta wan hebûna PKK dibû lê îro ji Iraqê dît ku sedem ne PKK ye, ne jî yekî din e. Êdî dewleta Tirk îhtiramê li Iraqê, li sînorên wê nake. Êdî artêşa Tirk rihet derbasî axa Iraqê dibe û êrişên xwe pêk tîne. Em hêvî ji kesên Iraqî yên xwe xwediyê vî welatî dibînin, hêvî ji rayedarên Iraqê dikin ku bila bibînin ku Kazimî Iraq xistiye destê Tirkiyê. Divê tikes vê yekê qebûl nekin, divê dij bisekinin û bibin xwedî bertek da ku rê li pêşiya dewleta Tirk bê girtin.

Em daxwaz dikin ku kar û xebatên bo gav paşde avêtina dewleta Tirk ya faşîst bêne zêdekirin da ku operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî bide sekinandin, da ku hemû hêzên xwe yên li Iraqê bikşîne û baregehên xwe bide girtin, da ku qada erdê û hewayî ji hêzên wê û balafirên wê re bêne girtin, da  ku sefaretxaneya Tirkiyê ji xaka Iraqê bê derxistin. Ji ber dewletek ku te wek cîranê xwe nabîne, te nasnake û bêrêzî li hemberî axa te miletê te dike divê bê sekinandin û sefaretxaneyên wan jî li Iraqê de neyê hiştin. Bila hew destûr ji Tirkiyê re bê dayîn ku êrişên wiha pêk bîne. Di êrişên beriya niha jî zarokên me yên 12 salî û kesên medenî jî me şehîd dan lê Iraq li dijî wê yekê dengê xwe dernexist. Dema li Başîka êriş pêk anîn ser gel cardin dewleta Iraq dengê xwe dernexist, dema li Tilafer, Mûsil û hwd bajarên din jî xistin cardin bêdeng man. Em wek xelkê Iraqê dixwazin Iraq xwe zelal bike û xwedî bertek û tawir be. Em bêdengî û bê helwest mayînê bo êrişên dewleta Tirk wek piştgiriya êrişan dihesibînin.”