Siyasetmedar: Şoreşa Rojava rêgeha tevgera siyasî ya kurdî guherand

Siyasetmedarên herêma Firatê da zanîn ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê rêgeha tevgera siyasî ya kurdî guherand û piştî demeke dirêj ji qedexekirin û şopandina ewlehiyê partî rizgar kirin.

Siyasetmedar: Şoreşa Rojava rêgeha tevgera siyasî ya kurdî guherand
21 tîrmeh, 2022   07:19
KOBANÊ

Di salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de siyasetmedarên herêma Firatê diyar kir ku ew bi vê şoreşê serbilind in ku rêgeha tevgera siyasî ya kurdî guherand û piştî 25 salan ji destpotiya desthilata Baasê derfet da gelê herêmê ku serî hilde.

ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞA GEL E

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PARTÎ) Ferman Hisên wiha axivî: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa gel bû. Gel ji sifrê dest pê kir û hewl da bi rêya wê xwe birêxistin bike. Bingeha civakî û saziyan ava kir. Hemû pêkhate nexasim pêkhateya Kurd dest bi perwerdekirina bi zimanê dayikê kir."

Hisên wiha domand: "Em dikarin bi bawerî bibêjin ku Şoreşa Rojava rêya tevgera siyasî ya kurdî guherand. Rewşa partiyên siyasî bi taybet ên kurdî xirab bû. Endamên partiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihatin şopandin û tengavkirin. Bêyî ku sedem were naskirin dihatin girtin. Bi destpêkirina şoreşê re her tişt hate guhertin. Navendên partiyan hatin vekirin û tê de endaman bi azadî karên xwe dimeşînin. Her wiha partiyan têkilî û civînên bi awayekî eşkere çêdikin."

Hisên di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Şoreşa Rojava îsbat kir ku fedekariya şehîdan vala neçûye. Îro rêveberiya me heye û gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û partiyên siyasî beşdarî vê yekê dibin. Ne tênê partiyeke mîna Partiya Baasê ku beriya şoreşa Rojava her tişt kontrol dikir."

Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Partiyên siyasî yên kurdî di Şoreşa Rojava de xwe nas kir û binesaziya xwe ya rast ava kir. Îro tişta ji partiyên siyasî tê xwestin ku bi hev re bixebitin da ku xwedî li Rêveberiya Xweser derbikevin. Divê em çewisandina ku rejîma Sûriyê li dijî me pêk dianî, ji bîr nekin. Divê em vê derfeta dîrokî baş bi kar bînin."

‛ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA PARASTINA MAFÊN STANDÎ YE’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Salih Nûh jî ev tişt anî ziman: "Dema em tişta ku Şoreşa Rojava pêşkêş kir ji şêniyên herêmê re dinirxînin em zilma ku li ser şêniyan ji ber deshilatdariya rejîma Sûriyê hate kirin bi bîr tînin. Ev şoreş ji şêniyên herêmê yên azadîxwaz re pêngaveke dîrokî bû."

Salih Nûh destnîşan kir ku tişta dihêle Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji şoreşên din ên cîhanê cûdatir be ew e ku şoreşa parastina mafên gelên bindest e, ji tevahî cîhanê re bû pêşeng, ew jî bi rêya esasgirtina gel ji şerê gel ê şoreşgerî re û ji rejîma Sûriyê re îsbat kir ku gelekî têkoşer li ser vê xakê heye û her çiqas zilm li ser wî were kirin dê dev ji destkeftiyên xwe bernede.

Salih Nûh di dawiyê de bang li şêniyên herêmê kir ku parastina destkeftiyên şoreşê bikin da ku hemû pêkhate bi aramî bi rêya projeya biratiya gelan bijîn, ji ber qonaxa heyî qonaxeke dîrokî ye û hemû pêkhate di yek eniyê de şerê dijmin dikin.

(bx)

ANHA