Komkujiya Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de cih girt

Dewleta Tirk a dagirker îro li gundê Perexê yê Zaxoyê komkujî pêk anî. Komkujiya Zaxo di çapmeniya cîhanê cih girt.

Komkujiya Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de cih girt
20 tîrmeh, 2022   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewlta Tirk a dagirker îro li gundê Perexê ya Zaxoyê komkujî pêk anî. Di komkujiyê 9 hatin qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûn. Komkujiya dewleta Tirk di çapemeniya cîhanê de jî cih girt.

WASHINGTON POST: ME BERSIVEK JI WEZARETÊ NEGIRT

Washîngton Postê di nûçeyeke xwe de destnîşan kir ku piştî bûyerê bi sedan kes çûne ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê û ew protesto kirine. Washington Postê di nûçeya xwe de ragihandiye ku wan hewl daye ji bo agahiyê xwe bigihînin Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, lê wezaretê bersiv nedaye wan.

REUTERS: DI ÊRIŞÊ DE PITIKEK 1 SALÎ HAT KUŞTIN

Ajansa Reutersê jî ragihand ku navendeke şahiyê ya li quntara çiyê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî hatiye bombebarankirin. Reutersê di nûçeya xwe de ragihandiye ku di nav wan kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane, pitikek yek salî jî heye.

ABC NEWS: HERÎ KÊM 4 CARAN HAT BOMBEKIRIN

ABC Newsê jî di nûçeya xwe de destnîşan kiriye ku Zaxo bajarekî nîv-xweser ê Kurdan e û gotiye, li gorî hejmara fermî hejmara birîndaran 22 kes in, lê herî kêm 26 kes sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û di nav kuştiyan de zarok jî hene.

Êrişa Tirkiyê ya li dijî sivîlan ji aliyê saziyên çapemeniyê yên mezin ên wekî BBC, Gulf World, Arab News, Al-Monitor, France 24, Bloomberg, Spectrum News, Associated Press (AP), Al Jazeera û US Newsê jî ve hatiye şopandin.