Li Bexdayê jî çalakiya protestoyî

Li navenda paytext Bexdayê di van kêliyan de welatiyên Iraqê û alîgirên Tevgera Sedir li pêş konsolosxaneya Tirkiye kom bûne û komkujiya Zaxoyê prostesto dikin.

Li Bexdayê jî çalakiya protestoyî
20 tîrmeh, 2022   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, ji bo protestokirina komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê ku di encamê de 9 welatiyên iraqî jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn, gelek welatî li ber konsolosxaneya Tirkiye ya Bexdayê kom bûne.

Welatiyên iraqî û alîgirên Tevgera Sedir ku li ber konsolosxaneyê kom bûne, komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin: “Em wek ewladên Tevgera Sedirî, çalakiya protestoyî ya rûniştinê li ber konsolosxaneya Tirkiye pêk tînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên Iraqê ji bo pêşî li çalakiyên li dijî navendên Tirkiye bigirin, li gelek cihan hatine belavkirin.