Li Bexdayê wêneyên Barzaniyan hatin şewitandin

Welatiyên Bexdayê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê daketin qadan û di çalakiyan de wêneyên Barzaniyan şewitandin.

Li Bexdayê wêneyên Barzaniyan hatin şewitandin
20 tîrmeh, 2022   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Perexê yê Zaxoyê komkujî kir. Di encama komkujiyê de 9 kes hatin qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûn. Welatiyên Bexdayê li dijî komkujiya dewleta Tirk daketin qadan û çalakiyên protestoyî lidarxistin.

Bi sedan welatiyên Bexdayê li ber avahiya konsolxaneya Tikiyê li hev civiyan û hevkariya malbata Barzaniyan a bi dewleta Tirk re protesto kir û wêneyên Barzaniyan şewitandin.

Li cihê çalakiyê gelek hêzên ewlehiyê hatin veguhestin. Her ku diçe girseya çalakgeran zêde dibe.