​​​​​​​Sedir û Ebadî li dijî komkujiya Zaxo nerazîbûnên tûnd nîşan dan

Rêberê Tevgera Sedir Mutqeda Sedir û serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî nerazîbûnek tûnd li dijî komkujiya Zaxoyê nîşan da û xwestin rêyên bejahî û hewayî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de werin girtin û hemû lihevkirinên ewlehiyê yên li gel Tirkiyê werin betalkirin.

​​​​​​​Sedir û Ebadî li dijî komkujiya Zaxo nerazîbûnên tûnd nîşan dan
20 tîrmeh, 2022   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk her ku diçe berfireh dibin. Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî bi peyamekê helwesta xwe ya li dijî komkujiyê nîşan da.

Sedir di peyama xwe de xwest, peywendiyên dîplomasî yên li gel Tirkiyê werin kêmkirin. Her wiha rêyên hewayî û bejahî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de werin girtin.

Her wiha Sedir xwest hikumeta Iraq li Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê Tirkiyê bike û hemû peymanên ewlehiyê yên li gel Tirkiyê werin betalkirin.

Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitter’ê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê ku 9 geştiyarên ji pêkhateya Ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndarbûn, şermezar kir.

Ebadî bang li hêzên siyasî yên Iraqê bi awayeke yekgirtî li dijî êrişên Tirkiye rawestin.

Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî diyar kir hevpeymaniya wan êrişa Tirkiye ya seyrangeheke Dihokê şermezar dike û vêya weke tawan û êrişkariyek li dijî gelê Iraqê dibîne.

Ebadî ji hikumeta Iraqê xwest bi awawayeke fermî gilîya Tirkiye bike û got: “Civata navnetewî di ber van binpêkirinên Tirkiyeyê de berpirsyar e.”

Heyder Ebadî ji hêzên siyasî yên Iraqê û mûxalefeta civakî jî xwest li dijî binpêkirinên Tirkiye bersiveke yekgirtî, netewî û bihêz bidin.