KNK bi daxuyaniyekê êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir

KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxo şermezar kir û got: “Ji ber bêdengiya raya giştî komkujî li Zaxo pêk hat.“

KNK bi daxuyaniyekê êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir
20 tîrmeh, 2022   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagiker bi topan êrişî gundê Perexê yê bajarokê Derkarê ya Zaxoyê kir. Di êrişê de 9 kes hatin qetilkirin û 22 kes jî birîndar bûn. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

KNK’ê anî ziman ku dewleta Tirk, li Başûrê Kurdistanê bombe li sivîlên li seyrangehê barandin û got: “Di encama bombebaranê de gelek sivîl hatin qetilkirin û 22 sivîl birîndar bûn. Di bombebarankirina herêma ya artêşa Tirk de her ku diçe sivîl bêhtir dibin hedef. Tûrîstên ji navend û başûrê Iraqê hatibûn seyrangeheke li bajarokê Derkarê yê Zaxoyê bûn qurbanên bombebarana artêşa Tirk a dagirker. Gundê Perexê ev cara sisêyan e ku di meha Tîrmehê de dibe hedefa guleyên obus û hewanan.“

KNK’ê da zanîn ku operasyonên dewleta Tirk ên li herêma dibin sedema bêîstiqrarî û xerabûyînê û got: “Artêşa Tirk di operasyonên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji ber bêdengiya raya giştî ev komkujî pêk hatiye.

KNK`ê di dawiyê de got: “Tirkiye êrişên xwe yên li ser Iraq û Sûriyê zêde kirine û li her du welatan jî kuştina sivîlan dewam dike. Ev komkujiya dawîn a sivîlan a bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker nabe ku bê qebûlkirin û divê bertek li dijî bê nîşandan.“