​​​​​​​Berhem Salih: Topbarana Tirkiyê li dijî serdestiya Iraq û ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih îro li ser hesabê xwe yê Twitterê got, topbarana Tirkiyê li dijî serdestiya welêt û ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye û dubarekirina wê neyê qebûlkirin.

​​​​​​​Berhem Salih: Topbarana Tirkiyê li dijî serdestiya Iraq û ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye
20 tîrmeh, 2022   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berhem Salih wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: “Topbarana Tirkiyê ya li ser Dihokê ku di encamê de gelek şêniyên me şehîd û birîndar bûn, cihê şermezarkirinê ye, li dijî serdestiya Iraqê û ewlehiya wê ya neteweyî ye. Dubarekirina wê nayê qebûlkirin bi taybet piştî bangewaziyên rawestandina mîna van kiryarên li dijî qanûnên navneteweyî û rêgezên cîrantiyê.”

ANHA