​​​​​​​Serokkomarên Tirkiye û Îranê li Tehranê civiyan

Di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de serokkomarên Tirkiye û Îranê li Tehranê civiyan.

​​​​​​​Serokkomarên Tirkiye û Îranê li Tehranê civiyan
19 tîrmeh, 2022   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiye, Îran û Rûsya yên ku xwe wekî garantorên pêvajoya Astanayê diyar kiribûn, li Tehranê dicivin.

Civîna pêşîn di navbera Îran û Tirkiyê de hate kirin. Ev civîna wan a heftemîn e. Di vê civînê de serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hatin cem hev.

Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û tê payîn peymanên dualî îmze bikin. Lê nayê zanîn ku di civînê de li ser çi axivîne.

Piştî vê civînê dê di çarçoveya Pêvajoya Astanayê de civîna heftemîn a serokan were kirin. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî dê tev li civînê bibe.

Serokê olî yê Îranê Elî Xamaney jî bersiv da gefên dagirkeriyê yên serokkomarê Tirk Erdogan.

Li gorî daxuyaniya fermî Xamaney ji Erdogan re gotiye “Wê operasyona leşkerî ji bo Sûriye, Tirkiye û herêmê ne baş be. Divê Îran, Tirkiye, Rûsya û Sûriye pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin.”

Xamaney got: “Divê em li hemberî terorîzmê bin lê êrişeke li Sûriyê dê bi kêrî terorîstan were.”