​​​​​​​Meclisa Edaletê ya Efrînê: Em ê li kêleka şervanên xwe li ber xwe bidin

Meclisa Edaleta Civakî ya Efrînê jî piştgirî da banga partiyên siyasî ya girtina qada hewayî ya herêmê diyar kir ku ew ê di oxira xaka welat de fedakariyên giranbiha bidin û li rex hêzên xwe bin.

​​​​​​​Meclisa Edaletê ya Efrînê: Em ê li kêleka şervanên xwe li ber xwe bidin
19 tîrmeh, 2022   12:56
ŞEHBA

Bi navê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Efrînê li gundê Til Sosîn ê kantona Şehbayê endamê meclisê Mihemed Seyîd daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser dijberiya dewleta Tirk a li hember şoreşa Rojava, her wiha piştevaniya wê ji komên çeteyan re hat bibîrxistin û hate gotin: “Di aliyê madî de piştevaniya wan çeteyan kir, baregeh ji wan re ava kirin û li axa xwe ew perwerde kirin. Ji ber ku wan komên selefî nekarî armancên dewleta Tirk pêk bînin, wê bi xwe bi awayekî yekser dest di axa Sûriyê werda, parçeyên berfireh jê dagir kirin û bi wê yekê hemû peyman, lihevkirin û peymanên têkildarî welatên cîran binpê kirin. Hikumeta Sûriyê û civaka navneteweyî li hember vê rewşê xwe bê deng kir.”

Her wiha îşaret bi gefên dagirkeriyeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û bêdengiya navneteweyî ya li hember hewldana vejandina DAIŞ`ê hat rexnekirin.

Meclisa Edaleta Civakî piştevaniya xwe ji bangewaziya partiyên siyasî ya ferzkirina qedexeya qada hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşan da. Her wiha bang il civaka navnetweyî, rêxistin û hêzên siyasî û hiqûqî kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û li dijî timayên Tirkiyê li kêleka gelên herêmê bisekinin.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk, li kêleka şervanên QSD`ê bin.

ANHA