Şêniyên Rojava amadekariya pîrozkirina 10`emîn salvegera şoreşa xwe dikin

Bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê komîteya amadekar Stada 12`ê Adarê xemiland ku şahiyê li dar bixin.

19 tîrmeh, 2022   12:07
QAMIŞLO

Her sal Şoreşa ku 19`ê Tîrmeha 2012`an li bajarê Kobanê dest pê kir û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, tê pîrozkirin.

Îsal pêşwazîkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne wekî salên berê ye, li aliyekî vê şoreşê 10 sal li pey xwe hiştin û li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina destkeftiyên vê şoreşê gefan li dijî herêmê dixwe, lê dîsa jî pêkhateyên wê li dijî van êrişan amadekariya parastina xakê dikin.

Komîteya Amadekar Stada 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi armanca pîrozkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê xemiland.

Stad bi alên YPJ, YPG, QSD, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Ferhad Şiblî hate xemilandin.

Têkildarî mijarê komên hunerî jî amadekariya lidarxistina şahiyê ku tê payîn di saet 17:00`ê de êvarê destpê bike, bi dawî kir û bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dê parastina şahiyê bikin.

(eh)

ANHA