ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-7-2022`IYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-7-2022`IYAN
8 tîrmeh, 2022   23:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Cejna Qurbanê de berê xwe didin goristanên şehîdan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn bang li şêniyan kir ku li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk amade bin û got: "Em hewl didin eniyeke navneteweyî ya hevgirtî li hember dagirkeriya Tirk ava bikin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed got: "NATO dê gelek windahiyan bike, ji ber ku pişta xwe bide dewleteke lawaz a xwedî rêveberiyeke pragmatik ku berjewendiyên dewletê dixe xizmeta desthildariya mêrekî ku ew jî NATO ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û hewl dide xewna osmanî pêk bîne.''(BI WÊNE û DÎMEN)

Şêniyên gundê Bênê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi rêya hedefgirtina gundê wan, hewl dide vala bike û hêsankirina dagirkirinê ye û got "Em dev ji gundê xwe bernadin û dê li hember dagirkeriyê parastina gund bikin."(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Koçberan diyar kir ku şadiya cejna Qurbanê, tenê bi derketina dagirkeriya Tirk temam dibe. Her wiha teqez kirin ku hêviya wan a yekane di vê cejnê de; vegerin warên xwe piştî ku rizgar bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Adria Alsina got "Fînlandiya û Swêd ji bo demokrat û şervanên azadiyê yên ji çar aliyên cîhanê bûne stargehên ewle." û diyar kir ku peymana dewleta Tirk a bi NATO'yê re dikare vê helwesta navneteweyî xera bike.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman diyar kir ku rewşa awarte; tê wateya amadekarî û bikaranîna derfetên Rêveberiya Xweser û meclisên wê ji bo têkbirina êrişan e.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

ANHA