​​​​​​​Şêniyên gundê Bênê: Em dev ji xaka xwe bernadin

Şêniyên gundê Bênê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi rêya hedefgirtina gundê wan, hewl dide vala bike û hêsankirina dagirkirinê ye û got "Em dev ji gundê xwe bernadin û dê li hember dagirkeriyê parastina gund bikin."

​​​​​​​Şêniyên gundê Bênê: Em dev ji xaka xwe bernadin
9 tîrmeh, 2022   00:41
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Di çend rojên borî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li deverên derdora kantona Şehba û navçeya Şêrawa bi cih bûne, bi giranî êrişî wan deveran dikin, nexasim piştî ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan israr kir ku ew ê êrişî Til Rifetê bike û dagir bike.

Gundên li eniya şer ji Merenaz, Tinib heta Aqîbê û Bênê û gelek gundên din ên kantona Şehbayê di êvara çarşemê de rastî êrişên hovane yên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin.

Di encamê de 2 xwişk Nesrîn (19) û Yasmîn Nîdal Hisên yên (20) ku ji şêniyên gundê Bênê yê Şêrewa ne birîndar bûn.

/kr/uploads/files/2022/07/08/190915_-.webp

Dayika her du keçan, Nadiye Hisên ji ajansa me re wiha axivî: “Em şêniyên gundê Bênê ne û bi aramî li mala xwe dijîn, lê dagirkeriya Tirk û çetetên wê yên li deverên dagirkirî bi şev û roj êrişî me û gund dikin."

Nadiye Hisên wiha berdewam kir: “Şeva çarşemê em li hewşa malê bûn û zarokên min mal paqij dikirin, topek li pêşiya deriyê malê ket û di encamê de du keçên min Nesrîn û Yasmîn birîndar bûn, birîna Yasmînê di parsûyê de ye û sivik e. Lê birîna Nesrînê jî di piştê de ye. Ew her du hîna di Nexweşxaneya Avrînê de ne."

Di dawiya axaftina xwe de Nadiye Hisên wiha anî ziman: “Dagirkeriya Tirk bi rêya van êrişên hovane dixwaze me ji xaka me derxe, lê ez ji wê û alîgirên wê re dibêjim tevahî şêniyên gundê Bênê dev ji xaka xwe bernadin û em ê bi qehremanî li ber xwe bidin û planên we têk bibin.”

/kr/uploads/files/2022/07/08/190839_-_1.webp

Welatiya bi navê Semîre Ebdo ya ji gundê Bênê jî wiha got: “Ji dema dagirkirina Efrînê ve dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî gund dikin û di encama wan êrişan de jî ziyan gihaştin mal, milk û mirovan. Şeva çarşemê jî di encama hedefgirtina malekê de, du xwişk birîndar bûn.”

Semîre Ebdo wiha domand: “Armancên dagirkeriya Tirk valakirina gund e. Şêniyên gundê Bênê yê bi ser gundê Basilê yê dagirkirî ve planên dagirkeriya Tirk baş dizanin û ew ê li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku planên xwe pêk bînin.”

Semîre Ebdo di dawiya axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryar û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî şêniyên herêma Efrînê, bi tundî şermezar kir.

/kr/uploads/files/2022/07/08/190858_-.webp

Ciwanê bi navê Sefqan Mosaco destnîşan kir ku ew amade ye parastina gnndê xwe ji planên dagirkeriya Tirk bike û ew ê rê nede wan ku planên xwe pêk bînin.

Sefqan Mosaco bang li rêxistinên mirovî û Rûsya kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û êrişên dagirkeriyê li ser herêmê bi dawî bikin û wê li ser sûcên wê muhasebe bikin.

(mh)

ANHA