Endamê Meclisa Katalonyayê ji Swêd û Fînlandiyayê re: Pabendî qanûnên xwe bin

Endamê Komîteya Çalakiyên Navneteweyî ya Meclisa Katalonyayê Adria Alsina bang li Swêd û Fînlandiyayê kir ku xwedî li nirxên xwe yên demokratîk derkevin.

Endamê Meclisa Katalonyayê ji Swêd û Fînlandiyayê re: Pabendî qanûnên xwe bin
9 tîrmeh, 2022   05:38
NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

Di 28’ê Hezîranê de piştî civîna çaralî ya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö, serokwezîrê Swêdê Magdelena Andersson û sekreterê giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg di çarçoveya civîna NATO'yê de ku li paytexta Spanyayê Madrîdê li dar ket, peymanek hat îmzekirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê li ser gavên berfirehbûnê yên NATO'yê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek deklarekirina dijberiya Kurdan e. Peymanên di navbera NATO û Tirkiyê de ji hêla Kurdan ve têne şermezarkirin û ji gelek aliyan bertek tên.

Têkildarî peymana NATO-Tirkiyê û dijminahiya Kurdan û hewldanên wê yên ferzkirina vê yekê li ser cîhanê, endamê Komîteya Çalakiyên Navneteweyî ya Meclisa Katalonyayê Adria Alsina ji ANHA'yê re axivî. Adria Alsina îşaret pê kir ku ji bo Swêd û Fînlandiyayê ne dereng e û banga xwedîderketina li qanûnên xwe kir.

'BI PEYMANÊ RÊVEBERIYA OTOKRATÎK A TIRKIYÊ CAREKE DIN HAT PIŞTRASTKIRIN'

Adria Alsina peymana NATO-Tirkiyê şermezar û got: "Peyman, rêberiya otokratîk a Tirkiyê careke din piştrast dike ku gelek caran ji aliyê dadgehên navneteweyî ve ji ber binpêkirina mafên mirovan, azadiya raman û birêxistinbûnê û ji bo mafên siyasî yên muxalîfan û tepisandina hindikahiyên neteweyî hat darizandin û mehkûmkirin."

Alsina diyar kir ku bi vê peymanê NATO’yê pragmatîzma xwe daniye pêşiya nirx û prensîbên ku divê îlhamê bidin ewlekariya navneteweyî û wiha axivî: "Xuya ye ji bîr dike ku Tirkiye ji bêaramiya cîhanê sûdê werdigire ku êrişkariya xwe ya li ser herêma Rojava zêde bike."

Alsina destnîşan kir ku divê Swêd û Fînlandiya li gorî qanûnên xwe tev bigerin û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku Swêd û Fînlandiya tevî girêdana xwe ya bi NATO'yê re jî hemû peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan û demokrasiya xwe ya xurt biparêzin. Heta niha 2 dewletan Kurdên hatine sirgûnkirin, parastin. Mixabin êdî dê dadgeh biryara her dozekê bidin.  Em hêvîdar in ku kevneşopa demdirêj a Fînlandiya û Swêdê ya serxwebûna dadgeriyê û hurmeta li hindikahiyan, di biryarên dadgehê de serdest be.”

'LIHEVKIRINA NATO-TIRKIYÊ DÊ ZIRARÊ BIDE HELWESTA NAVNETEWEYÎ'

Alsina got: "Fînlandiya û Swêd ji bo demokrat û şervanên azadiyê yên ji çar aliyên cîhanê bûne cihekî ewle û di vî warî de xwedî nav û deng in.”

Alsina diyar kir ku ev peymana bi NATO'yê re dikare vê helwesta nevneteweyî xera bike û bi vî rengî otorîteya wan a exlaqî asteng bike û destnîşan kir ku ji bo Fînlandiya û Swêdê ne dereng e, lê belê dadgeh neçar in pîvanên bilind biparêzin û serî li ber zextên siyasî netewînin.

'ERDOGAN DÊ LI DIJÎ KURDAN ALÎGIRÊN XWE SEFERBER BIKE'

Adria Alsina diyar kir ku dewleta Tirk, bi taybet serokkomarê wê Erdogan ji ber krîza aboriyê ya heyî û enflasyoneke ji derveyî kontrolê, li Tirkiyê bi senaryoyeke gelekî zehmet re rû bi rû ye.  Alsina destnîşan kir ku partiya Erdogan ji bo otokratbûna xwe li "dijminekî hundirîn" digere û got: "Ji ber vê yekê dê li dijî gelê Kurd li qada navneteweyî serkeftinê îlan bike, dibe ku hin şervanên azadiyê bîne Tirkiyê û wan heta bi hetayê bişîne zindanan."

Alsina got bi vê rêbazê hikumeta Tirk dê hewl bide pirsgirêkên xwe yên heyî bide jibîrkirin.

‘DIVÊ MAFÊN GELÊ KURD BÊN NASKIRIN’

Adria Alsina diyar kir ku hem cîhan û hem jî piraniya welatiyên Tirkiyê divê rêberiya heyî bibînin ku dîktatorî ye û welat ber bi karesatê ve dibe û divê rola aktîf a gelê Kurd di têkoşîna li dijî dîktatoran de, li dijî her cure rejîmên otorîter bi temamî were pejirandin û wiha got: “Divê zextên navneteweyî yên li ser Tirkiyê zêdetir bibin.”

Alsina got: "Divê mafên gelê Kurd bên naskirin.” û destnîşan kir ku divê rêberîyeke nû li Tirkiyê derkeve ku bikare welêt vegerîne ser rêya demokrasiyê, gelê Kurd bikare li siyaseta Tirkiyê û li welatên din bi awayekî normal beşdar bibe û di dawiyê de mafê xwe yê çarenûsê bi kar bîne.

'DIVÊ ÊRIŞ Û HEWLDANÊN DAGIRKERIYÊ YÊN TIRKIYÊ BÊN ŞERMEZARKIRIN'

Her wiha Adria Alsina diyar kir ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgereke nû ya dagirkeriyê ne û wiha lê zêde kir: "Em destwerdana Tirkiyê li ser herêma Rojava wekî destdirêjiyeke derqanûnî dibînin ku teqez divê ji aliyê civata navneteweyî ve neyê qebûlkirin. Bi rêya hevalbendên xwe yên li Parlamentoya Katalonyayê, Parlamentoya Spanyayê û bi taybetî jî dengê serokê me û cîgirên serokê me Carles Puigdemont û Toni Comín, em bi berdewamî van êriş û hewldanên dagirkirinê, bi taybetî li Parlamentoya Ewropayê, di hemû forumên de dibêjin û şermezar dikin."

ANHA