Rojnameyên erebî: Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ewlehî nîn e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa tevlihev a ewlehiyê ya li herêmên serweriya hikumeta Şamê û xwepêşandanên Ii Lîbya û Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ewlehî nîn e
4 tîrmeh, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SERWERIYA ESED LI ŞAMÊ NAYÊ WÊ WATEYÊ KU ŞAM EWLE YE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsî: “Tevliheviya ewlehiyê ya li paytexta Sûriyê Şamê û herêmên çandiniyê yên nêzî wê ku wek gundewarên Şamê tên nasîn, nîşan didin ku hikumetên rojavayî wekî Swêd, Denmark û Almanyayê bi çîvanoka ku dibêje rewşa ewlehiyê li Şamê aram e, hatine xapandin.

Wan dewletan biryarên xwe li gorî rawestandina karên leşkerî piştî ku artêşa Sûriyê li gundewarên Şamê serwer bû, dan. Lê belê ev tişt paşguh kirin ku rejîmê nekarî ewlehiyê peyda bike û sûcan rawestîne.

Ji Nîsana borî ve li Şamê û derdora wê 16 êriş pêk hatin, di encama wan bûyeran de 3 kesên ser bi rejîmê ve hatin kuştin.

Hin çavkaniyên çavkaniyê yên serbixwe ragihand ku piraniya qurbaniyan çekdar an leşkerên artêşê ne û ne sivîl in. Li gorî wan çavkaniyan, ji Nîsana borî ve di navbera 11 û 13 endamên ewlehiyê yên xwecih û hêzên çekdar hatine kuştin, her wiha 2 yên din ji milîsên biyanî ne ku Îran piştgiriya wan dike (yek ji Hizbullahê, yê din ji tevgera Fatîmiyûn a Efgan e).

Nivîskarê malpera Syndication Bureau, Hayid Hayid texmîn dike ku destê komên mafyayê di wan bûyeran de heye.

Çavdêr jî texmîn dikin ku piştî 2 salan ji aramiyê, gelek fatorên vegera tevgera opozîsyona çekdar hene.

Ji wan faktoran ku rejîm pabendî dan û standinên teslîmbûnê yên 2018`an nebû, di nav de serbestberdana girtiyan, zêdekirina leşkerkirina ciwanên ji gundewarên Şamê bi dare zorê û ya herî girîng jî xirabûna rewşa jiyanî û zêdebûna xizaniyê.

Nayê zanîn bê ka rejîma Sûriyê dikare wan êrişan rawestîne yan na, her wiha belavbûna wan êrişan li rûbereke berfireh û zêdebûna kesên biguman, pêşîgirtin an rawestandina wan êrişan zehmet dike.

Hayid dibêje: “Eger rejîm bi rastî jî sînorekî ji pêla bûyerên kuştinê re deyne, lê belê wan geşedanan tiştek nîşan da ku herêmên bi fermî wek ewle tên nasîn, di rastiyê de ne ewle ne.”

Hayid wiha berdewam kir: “Divê hikumetên rojavayî bi îdiaya Esed ku paytexta Sûriyê ji bo penaberan an kesekî din ewle ne, neyên xapandin. Li Sûriyê hîna jî şer heye, rêya yekane ya aştiya mayînde jî hebûna çareseriyeke siyasî ya giştî û adil e.”

‘BELAVBÛNA XWEPÊŞANDANAN NÎŞANEYA SERHILDANÊ YE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Li Lîbyayê xwepêşandan berdewam in, ev yek jî nîşaneya serhildanekê li hember krîza debarê, hilweşîna sîstema xizmetguzarî û binketina aliyên siyasî, rêveberî û qanûnî di dîtina çareyan de ye. Bi hezaran ciwan li 3 bajarên mezin tev li xwepêşandanên girseyî yên bi yek dirûşmê bûn.

Îna borî tevgera ‘Baltirs’ êlegên zer li xwe kirin û li meydan û qadên Terablusê belav bûn û banga jihevxistina Meclisa Serokatî, hikumet û Meclisa Nûneran û ya Dewletê, qewitandina çeteyên biyanî kir. Her wiha banga lidarxistina hilbijartinên serokatî û parlamentoyê hate kirin.

Çavdêran da zanîn ku tevgera ku li piranî bajarên Lîbyayê hate naskirin, dê fireh bibe, nexasim jî piştî gelek nîşnaneyên destek û piştgiriyê ji piranî lîbyayan wergirt. Çavkaniyên ji hundirê Lîbyayê ji El-Beyan re got ciwanên serhildêr nûnertiya tevahî civaka Lîbyayê dikin û tu têkiliya wan bi partî yan jî hêzên siyasî re tune ye, bi dewleta medenî bawer in û banga derxistina hêzên biyanî, çeteyan û helandina milîsan dikin. Her wiha ciwan dan û standina bi Meclisa Serokatiyê û her du hikumetên li ser desthilata rêvebiriya welat bi nakok in, red dikin. Banga helandina Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê dikin. Dê xwepêşandan li tevahî qadan berdewam bike.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî û serokê saziya Lîbyayê ya ragihandinê ya berê Mihemed Beîyo da zanîn ku berdewama xwepêşandanan ji bo bidestxistina serkeftinê pir girîng e. Beîyo bang kir ku divê formek ji tevgerê re were danîn ku xwestek û çareseriyan diyar bike da ku piştre bibe projeyeke neteweyî û rawabûnê li gel vegerîne. Li kêleka wê jî Beîyo bang kir ku divê rêveberên demkî yên tevgerê hebin da ku bi navê wê biaxivin, dan û standinê bikin, têkiliyê bi hemûyan re deynin ku li ser navê gelê Lîbyayê bibin mijarên girîng û rewa."

‘LI XERTÛMÊ BI ARMANCA ÎSYANA SIVÎL XWEPÊŞANDAN BERFIREH DIBIN’

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di demekê de ku bi hezaran xwepêşandêrên sûdanî li derdora nexweşxaneya Code ji şeva Milyoniya 30’ê Hezîrana borî de çalakiyê dikin, xwepêşandanên mîna wê li herêma "Mûesese" ya li navenda bajarê Behrî, li bajarê Um Dirman dest pê kirin. Li rex wê jî amadekariyên lidarxistina xwepêşandanan li gelek bajarên din tên kirin.

"Komîteyên Berxwedanê" ku rêxistinên gel in, li piranî bajar û taxên Sûdanê belav in. Komîteyan bang li gel kir ku tevgera xwe ya xwepêşandanê li dijî desthilata leşkerî bi rêya lidarxistina xwepêşandanan li bajarê paytextê, girtina kolanan bilind bike. Ew jî bila bersiva tundiya ku desthilatên ewlehiyê li dijî xwepêşandêran bi kar tîne, be. Ji ber di encama tundiya desthilatên ewlehiyê de kuştî û bi sedan birîndar çêbûn.

Di 6’ê Nîsana 2019’an de sûdaniyan, piştî gelek xwepêşandanên domdar, li derdora Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Sûdanê, li naverasta Xertûmê xwepêşandan li dar xist. Wê jî zexteke mezin li ser artêşê çêkir. Bi wê re Omer El-Beşîr îstîfa kir. Her wiha endamê Komîteyên Berxwedanê li Um Dirman Mihemed Tahir got: "Armanca me ji xwepêşandanên li Xertûmê ew e ku saziya dewletê ku di bin kontrola derbekaran de ye, felc bikin û dorpêç bikin da ku desthilatê radestî gel bikin.

Tahir da zanîn ku niha li Xertûm, Behrî û Um Dirman 5 xwepêşandan hene û dê di rojên bê de li hemû bajarên welat belav bibin."

(cx, fr)