Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 5 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li devera Beyt Lahya ya bakurê Xezayê malek bombebaran kir. Di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 5 kes hatin kuştin
10 îlon, 2026   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî dane zanîn ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Beyt Lahyayê ya bakurê Xezayê malek bombebaran kir. Di encamê de 4 jê ji malbatekê bi giştî 5 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyan, navên endamên malbata di êrişê de hatine kuştin wiha ne: Henîn Salih û hevserê wê Mûmin Ehmed û zarokên wan Lana û Bana.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAF) jî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên bijîşkî ragihand leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezayê gule berdan komeke kesan, di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û hejmarek birîndar gihaşt nexweşxaneya Şîfayê.

(bb)