Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ‘ê li sînorê navçeya Hewîce êriş bire ser artêşa Iraqê.

Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin
12 îlon, 2026   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di saetên şevê de li gundê Betme ya dikeve sînorê navçeya Hewîce ya ser bi Parêzgeha Kerkûkê ve çeteyên DAIŞ’ê êrişî xaleke leşkerî ya Iraqê kirin.

Li gorî Rojnewsê, bûyer Çiyayê Mamo ku dikeve navbera bajarokên Sergeran û Hewîce pêk hatiye ku nêzî Gundê Betme ye.

Hate ragihandin ku êrişî tugayeke ya Fermandariya Operasyona Kerkûkê hatiye kirin û di encamê de çete reviyane.