​​​​​​​Seroka Weqfeya Jîn a Jinan: “Cezayên displînê”, biryarên siyasî ne

Seroka Weqfeya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî got: “Cezayên dispîlînê yên li rêber Abdullah Ocalan hatine birîn, biryarên siyasî ne û dûrî qanûnê ne. Tecrîd ne tenê kesayeta rêber Ocalan lê belê gelên bi fikrên wî bawer dike hedef. Em ê têkoşînê mezin bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê.”

​​​​​​​Seroka Weqfeya Jîn a Jinan: “Cezayên displînê”, biryarên siyasî ne
3 tîrmeh, 2022   23:37
HELEB-MIHEMED EBDO

Desthilata Tirkiyê ''Cezayên displînê'' yên nû ji bo 3 mehan li rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din li Îmraliyê; Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş birîn, da ku pêkanîna hevdîtinan bi wan re qedexe bikin.

Der barê girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û armancên wê de, seroka Weqfeya Jîn a Jinan Buşra Elî ji ajansa me re axivî. Buşra Elî destpêkê hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wan bi lehengên berxwedanê yên serkeftî bi nav kir ku şopdarên fikrên rêber Abdullah Ocalan in.

 “CEZAYÊN DISPLÎNÊ” BIRYARÊN SIYASÎ NE

Buşra Elî destnîşan kir ku ji 23`ê salan ve tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û dewleta Tirk bi vê yekê, hemû lihevkirin û peymanên navneteweyî yên li ser îmze kirine binpê dike.

Buşra Elî wiha domand: “Em hemû dizanin ku doza rêber Ocalan dozeke istisna ye û girtîgeha Îmraliyê jî istisna ye ku beriya dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an bi vê şeklê xwe yê dawî hatiye avakirin.”

Buşra Elî daxuyand ku li rex tecrîdê, dewleta Tirk ''cezayên displînê'' li ser rêber Ocalan dibire û got:  “Helbet ev biryar, biryarên siyasî ne. Em dizanin ku çi ceza li rêber Ocalan bê birî, mîna ku li gelê Kurd hatiye birîn. Yanî li hemû kesên banga nasnameya azad dikin çi gelê Kurd yan jî jinên kurd hatine birîn.”

`TECRÎD LI KESEKÎ NAYÊ PÊKANÎN LÊ BELÊ LI GELEKÎ BI GIŞTÎ TÊ PÊKANÎN`

Her wiha Buşra Elî got, tecrîd li ser kesekî nayê pêkanîn, lê belê li ser gelekî bi giştî pêk tê û wiha pê de çû: “Bi rêya doza kurd, ev tecrîd li ser gelên Rojhilata Navîn giştî pêk hatiye, ji ber fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan fireh e, bi gelê kurd an azadiya wî yan jî bi azadiya jinan ne sînordar e, lê belê bi azadiya hemû gel û jinan li cîhanê û herêmê têkildar e.”

Buşra wiha berdewam kir: “Tecrîd, siyaseta hêzên navneteweyî yên mezin e ku dixwazin gelan berbelav bikin û li dijî hev derxin. Ew êrişî fikr û felsefeyê dikin ku banga berovajîkirina rêgeza kapîtalîst a cîhanê dike.”

Buşra Elî diyar kir ku li Îmraliyê rêber Abdullah Ocalan li hember projeya Rojhilata Navîn a nû yan jî mezin yan jî nûjen mîna ku hêzên navneteweyî bi nav dikin, ji 23 salan ve berxwedaneke bêhempa nîşan dide. 

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YÊN MEZIN NAXWAZIN EV FIKR BELAV BIBE'

Burşa Elî îşaret pê kir ku di navbera du xetên stratejîk de nakokî hene û li dijî hev de û got: “Ev nakokî, tecrîdê li ser rêber Ocalan girantir dike. Ji ber hêzên navneteweyî yên mezin, naxwazin ev fikr belav bibe. Naxwazin gelên herêmê bi taybet gelê Ereb, vî fikrî nas bikin. Ji ber hêzên mezin yekitiya gelan bi taybet jinan li ser berjewendiyên xwe xeter dibînin, siyasetên wê li ser berbelavbûna gelan û jinan, kuştina jinan û hedefgirtina wan ava bûne.”

Seroka Weqfeya Jîn a Jinan Burşra Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Siyasetên Tirkiyê ji hemûyan re diyar e ku di radeya yekemîn de jinan dike hedef, çi li Bakurê Kurdistanê yan jî Rojava yan jî Başûrê Kurdistanê û li her derê Kurd hene ji van siyasetan nafilitin.”

Her wiha Buşra Elî îşaret pê kir ku Kurd banga nasnameya xwe ya azad, jiyana bi rûmet û edaletê dikin û bi jiyana hevbeş û biratiya gelan li gorî teoriya neteweya demokratîk bawer dikin, ji ber wê dibin armanca siyasetên dewleta Tirk.

GELO TECRÎD GIHAŞT ARMANCA XWE?

Buşra gotinên xwe wiha domand: “Ger em ji xwe pirs bikin, bê ka tecrîda giran a ji 23`ê salan ve li rêbertî hatiye ferzkirin gihaştiye armancên xwe lê na? Helbet bersiv na ye. Helbet tecrîd bandor li avakirina peywendiyê bi rêbertî re dike, ji ber wê em li ser jiyana wî bi fikar in. Lê ev nayê wê wateyê ku komploya navneteweyî û siyaseta tecrîdê bi ser ket. Delîl jî ev e; ji dema rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin ve, gelek însiyatîf ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî derketin pêş, jê ya yekemîn piştî dîlgirtina wî bi çend mehan bû. Tê de akademîsyen, nivîskar, ronakbîr û gelek kesên ku xelata Nobelê wergirtine hebûn. Ev însiyatîf bê navber heta îro berdewam e.”

Têkildarî bertekên li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk, Buşra Elî got: “Di salên dawîn de, li Misirê Însiyatîfa Misirî ji bo Azadiya Rêber Ocalan û li Sûriyê jî Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Ocalan dest pê kir.  Li Sûriyê rêber Ocalan gelek dem derbas kir, tê de perwerde û zanabûn di nav gelê Kurd, Sûriyê û gelên herêmê de belav kir.”

Buşra Elî bal kişand ser Însiyatîfa Nûn û wiha domand: “Di vê dawiyê de li Lubnanê, însiyatîfeke jinan a herêmî bi navnîşan Însiyatîfa Nûn a Jinan a ji bo Azadiya Rêber Ocalan, dest pê kir. Hemû kadroyên wê jin in û ji 8 welatên cuda yên Rojhilata Navîn, bakurê Afrîka, Sûriye, Lubnan, Iraq, Misir, Filistîn, Lîbya û Yemenê ne. Ev însiyatîf piştî gelek nîqaşan, civînên berfireh di 4`ê Hezîranê de hat ragihandin. Bi rêya vê însiyatîfê, me teqez kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan negihaştiye armanca xwe, lê belê berovajî wê, hemû gelên herêmê bi taybet gelê Ereb êdî ji her demê bêtir xwedî li fikr û felsefeya rêber Ocalan derdikeve.”

`EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN PÊK BÊ`

Der barê kar û xebatên Însiyatîfa Nûn a Jinan a ji bo Azadiya Rêber Ocalan de, Buşra Elî teqez kir ku jin bi xwedîderketina li fikr û felsefeya rêber Ocalan eleqedar in û dê bi rêya însiyatîfê, fikr û felsefeya rêber Ocalan li ser hemû jinan belav bikin, dê bi ruhê berpirsyariyê yê bilind kar û xebatê bikin da ku armanca xwe ya stratejîk anku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin, dê vê yekê bi rêbazên, siyasî, çandê, civakî û qanûnî yên gengaz û pêwîst bikin.

Di dawiyê de Buşra Elî got: “Ruxmî ku me teqez kir ku tecrîd negihiştiye armanca xwe, di heman demê de em nikarin bêjin bi bin ketiye. Ji ber hîna tecrîdeke giran heye û ev mijara rexnedayînê ye ji bo me. Ji ber wê divê ev yek dehf bide me ku têkoşînê mezin bikin bi taybet em jin, da ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

(şx)

ANHA