Encamê ezmûnên xwendekarên refa 9 û 12`an hat ragihandin

Beriya çend kêliyan encamên ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an yên pergala nirxandinê û pergala serbest (hur) hatin ragihandin.

Encamê ezmûnên xwendekarên refa 9 û 12`an hat ragihandin
2 tîrmeh, 2022   13:20
QAMIŞLO

Beriya çend kêliyan Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an yên pergala nirxandinê û pergala serbest (hur) bi rêya bername û rûpeleyên xwe yê fermî re eşkere kirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêjeya serkeftinê ji bo refa 12`an; li herêma Cizîr, herêma Firat û herêma Efrîn, pergala nirxandinê ji sedî gihaşt 85`an û pergala serbest (hur) gihaşt 55`an.

Hêjayî gotinê ye di sala 2021-2022`an de sîstema wekhev a ezmûnan ji bo refên 9 û 12`an bi biryarekê veguherî pergala nirxandinê. Her wiha bi biryarnameyekê di vê salê de cara yekemîn pergala serbest (hur) ji bo xwendekarên refa 9 û 12`an hat ragihandin.

Di heman demê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûneke din (tekmîlî) ji bo xwendekarên refa 12`an pergala serbest ragihandibû, dê bernameya ezmûnên wan jî di navbera 17-25`ê Tîrmehê de bin.

(sb)

ANHA