Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir

Mîhrîcana Sêyemîn a Zarokan bi diruşmeya " Ji bo zarokatiyê, em dijîn" li Reqayê dest pê kir.

Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
Mîhrîcana Zarokan li Reqayê dest pê kir
2 tîrmeh, 2022   13:35
REQA

Mîhrîcana Sêyemîn a Zarokan bi sponseriya Komîteya Çand û Şûnwaran û Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li hola Bustan dest pê kir.

Bi dehan zarok, şêniyên Reqa, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê, meclisên sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîrên Reqayê li mîhrîcanê hazir bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, hevserokê Navenda Çand Û Hunerê ya Reqa Fîras Remedan axivî, bi xêrhatina haziran kir û mîhrîcan li zarokên Reqayê pîroz kir.

Remedan got: "Mîhrîcan dê me bigihîne astên bilind ên çandê, dê bingeheke me ya çandî ava bike ku karibin bi rêya wê li hemberî astengiyan bisekinin. Ev mîhrîcan roleke mezin di pêşxistina hunerên zarokan de dilîze.''

Endama Meclisa Sivîl a Reqayê Şeze Mihemed mîhrîcan li zarokan pîroz kir û got: ''Her civakek nifşeke wê heye dixebite da ku bighêje armancên xwe, û îro ew vê nifşê li ser her du aliyên civakî û çandî ava dikin da ku adet û kevneşopiyên herêmê biparêzin.''

Paşê ji aliyê komên zarokan ve stran, şano, dîlan û helbest hatin pêşkêşkirin.

Mîhrîcan wê çar rojan dewam bike .

(dm)

ANHA