Dagirker ji bo ku rê li ber xwepêşandeke nû bigirin ketine nav liv û tevgerê

Ji duh ve li bajarê Serêkaniyê yê dagirkerî alozî heye û bazar hatin girtin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku rê li ber xwepêşandeke nû bigirin, ketin nav liv û tevgerê.

Dagirker ji bo ku rê li ber xwepêşandeke nû bigirin ketine nav liv û tevgerê
2 tîrmeh, 2022   12:41
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Serêkaniyê dane ajansa me, çete û artêşa Tirk a dagirker ji bo ku rê li ber xwepêşandanên nû bigirin, ketin nav liv û tevger. Çavkaniyan destnîşan kir ku dagirkeran bendên kontrolê xurt kirin û dikan û bazar girtine.

Duh şêniyên bajarokê Til Helefê li dijî girtina dermanxaneyan ji aliyê çeteyên "artêşa niştimanî ya sûrî" ve,  ji ber nebaşbûna rewşa debarê, binpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan, talankirina mal û milkên wan, ferzkirina baceyan û bê ewlehiyê daketin, qadan.

Li gorî agahiyan, "Komîteya tenduristiyê" di 28'ê Hezîranê de, bi hinceta ku dema dermanan borî ye, dermanxane girtin û dest danîn ser embarên dermanan.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bi qeweta çekê bace li bazirganan û dikandaran ferz kirin, beyî ku heqê dermanan bidin kel û pel hatin desteserkirin. Her wiha revandin û xwestina fidyeyan û qetilkirin dewam dikin. Her dawî jî bazirganek hate kuştin û mal û milkên wî hatin kontrolkirin.

Ji dema dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê di 2019'an de dagir kirine bê ewlehî lê heye.

 (eh)

ANHA