Birîndarên şer: Em ê canê xwe fedayî xaka xwe bikin

Endamên Saziya Birîndarên Şer a Minbicê destnîşan kir ku ew amade ne canê xwe fedayî xaka xwe bikin û wê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin.

Birîndarên şer: Em ê canê xwe fedayî xaka xwe bikin
1 tîrmeh, 2022   05:33
MINBIC - EHMED QERACE

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de gef û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, lê şêniyên herêmê destnîşan kirin ku ew ê li hember van êrişan bisekinin.

Girêdayî vê mijarê, endamê Saziya Birînadrên Şer a Minbicê, Mehmûd El-Xelef wiha anî ziman: "Bi navê hemû birîndarên ku di oxira parastina vê xakê de beşek ji laşê xwe dane de, em her êriş û gefên li ser herêmê, li ser xaka Sûriyê bi giştî red dikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van gefan têkbirina projeya neteweya demokratîk e."

El-Xelef li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir û wiha berdewam kir: "Me beşine  ji laşê xwe fedayî xaka xwe kir û amade ne ji bo parastina vê xakê giyanê xwe feda bikin. Em bang li şêniyên xwe dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek."

Raman Minbic ê ji Saziya Birîndarên Şer wiha anî ziman: "Em êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên ku me  yên ku ji terorê hatine rizgarkirine, şermezar dikin."

Raman Minbic di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ku dagirkeriya Tirk bi hinceta avakirina ''herêma ewle'' dixwaze deverên din ên xaka Sûriyê dagir bike û got: "Me ji bo parastina van deveran şehîd û birîndar dan. Sonda me ew e ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xeta parastinê xaka xwe ji her êrişan dewam bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Raman Minbic bang li şêniyan kr ku li hemberî dagirkerên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin, bi hêzên xwe re bisekinin.

 (mh)

ANHA