​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide desteka navneteweyî ji bo birêvebirina Iraqê wergire

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa rewşa Iraqê, danûstandinên Cinêvê yên li ser Lîbyayê û xwepêşandanên li Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide desteka navneteweyî ji bo birêvebirina Iraqê wergire
1 tîrmeh, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DI BIRÊVEBIRINA XEBATA SIYASÎ YA IRAQÊ DE LI DESTEKDAYÎNA NAVNETEWEYÎ DIGERE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide hêzên alîgirê Îranê tev li xwe bike ku desteka hêzên herêmî û navneteweyî yên li qada Iraqê bandor in, wergire ku xebata siyasî piştî vekişîna şepêla El-Sedrî, bi rê ve bibe.

Çavdêr dibînin ku hêzên bingehîn ên Çarçoveya Hemaheniyê ji bo çi gavên pêşerojê yên beriya biryardayîna avakirina hikumetê li desteka hêzên herêmî û navneteweyî digere.

Ji rêzehevdîtinên bi balyozên dewletên têkildarî rewşa iraqê, serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi balyozê brîtanî re li Bexdayê civiya, lê beriya wê jî bi balyozê dewleta Tirk re civiya.

Nûrî Malikî di gelek boneyan de Hevbendiya "Înqaz Weten" ku tê de Şepêşa El-Sedrî, PDK’ê û Hevbendiya Serweriya Sunnî heye bi vekirina derfetê li pêş destwerdanên biyanî, tawanbar kir.

Li gel hevdîtin Malikî, serokê "Esaib Ehlulheq" Qeys El-Xuzelî bi balyozê Çînê Tsui Wei re civiya.  Esaib Ehlullheq yek ji girîngtirîn hêzên aktîf di Çarçoveya Hemahengiyê de ye û serkêşiya milîsên çekdar ên bi Îranê re hevalbend in dike ."

DANÛSTANDINÊN CINÊVÊ YÊN LI SER LÎBYAYÊ TÊKILARÎ LIHEVKIRINA LI SER HIBLIJARTINAN BI BIN KETIN

Li ser rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Eswat wiha nivîsî: "Serokên her du Meclisên Nûneran û Dewletê yên Lîbyayê di dawiya danûnstanên xwe ku 3 rojan li Cinêvê dest pê kiribûn, nikarîn pisgirêkên xwe yên li ser destûra birêxistina hilbijartinên serokatî û parlamentoyê, çarenûsa hikumetên Wehde û Îstîqrarê çareser bikin.

Çavkaniyên parlamenterî got Eqîle Salih tevî şandeya pê re ji navenda Cinêvê der ket, ew yek jî nîşaneya binketina danûstandinên bi Xalid El-Muşrî re têkildarî destûrê û desthilata rêveberiyê, ye."

DI ROJA "MEŞA MEZIN" LI SÛDANÊ DE 9 KES HATIN KUŞTIN

Girêdayî Sûdan, rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Duh pêncşemê li Sûdanê xwepêşandek li ser banga pêkanîna rêveberiya sivîl li welat li dark et. Lê hêzên ewlehî xwepêşandan asteng kir. Di encamê de 9 xwepêşandêr hatin kuştin û bi sedan bi gule û gaza rondikrêj birîdnar bûn.

Bi deh hezaran xwepêşandêrên sûdanî li zêdetirî 30 bajarî xwepêşandanek li dar xist û diruşmên li welat rêveberiyeke sivîl hebe û artêş ji siyasetê bi dûr keve berz kirin.