​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2022
30 hezîran, 2022   23:00

- Malbatên şehîdan ên  taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku delîlê têkçûna dewleta Tirk ew e ku çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastina yên Medyayê bi kar tînin. Her wiha anîn ziman  ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê sûcan pêk tîne.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Saziya Birîndarên Şer a Minbicê destnîşan kirin ku ew amade ne canê xwe fedayî xaka xwe bikin û wê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Ilyas da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bi biryara Rûsya û Amerîkayê tên erêkirin û rawestandin û got “Heke biryara girtina qada hewayî bihata dayîn ew ê pirsgirêka Sûriyê bi giştî bihata çareserkirin. Ev jî tê wê wateyê ku ew hêz naxwazin pirsgirêk çareser bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatî, çalakvan û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê û meşandina şerê gel ê şoreşgerî li hember êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û got gelên bi projeya xwe bawer ne pêkan e di şer de bi bin bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî 4 mehan ji biryara Dadgeha Fedral a Iraqê ku qanûnên petrol û gazê yên Başûrê Kurdistanê ne li gorî destûrê ye, du şîrketên amerîkî yên mezin ji herêmê vekişiyan. Aborînas texmîn dikin ku şîrketên din jî vekişin û zextê li herêmê bikin ku ji ber rawestandina karê wan ku ew şîrket bi xwe ne sedema wê ne, pereyan bide. (BI WÊNE).

- Jinên siyasetmedar diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike û temenê wê dirêj dike. Jinên siyasetmedar anîn ziman ku bêyî projeyên demokratîk mîna rêveberiya xweser tu çaresriyên din tune ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dîroka damezirandina El-Qaîda vedigere qonaxê şerê navxweyî ya di navbera her du hêzên cîhanî (DYA û Yekitiya Sovyet) de, gelo şert û mercên ku hiştine ev rêxistin ava bibin çi ne? Gelo nakokiya navneteweyî û şerên li herêmê, xitîman siyasî li Rojhilata Navîn çawa bandor li firehbûnê vê rêxistinê kirin? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şilêr û Navenda Mezopotamiya şahiya îmzekirina 4 pirtûkan li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA