Şehîdên meha Hezîranê li Minbic, Kobanê û Amûdê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarên Minbic, Kobanê û Amûdê şehîdên meha Hezîranê bi pêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn.

30 hezîran, 2022   20:01
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo li Goristana Şehîd Îsmaîl, 8 cangoriyên azadiyê  meha Hezîranê ku di sal û deverên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Şîlan Silêman di şexsa 8 şehêdên meha Hezîranê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn, û got: “Îro em tev dizanin eger ne ji fedakariya şehîdan ba me azadî bi dest nedixist, em tev jî bi wê baweriyê ne ku şehadet rêya tekane ya serkeftinê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Şîlan Silêman wiha anî ziman: “Divê em wek malbatên şehîdan û welatparêzan li ser şopa şehîdan bin û destkeftiyên ku  wan bi xwîna xwe ji me re hiştine, biparêzin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re radestî malbatên wan hatin kirin.

MINBIC

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a başûrê bajar mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Piştî rêzgirtinê beşdaran berê xwe dan gorên şehîdan û mûm li ser gorên wan pêxistin.

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê 213 şehîdên meha Hezîranê li Goristana Şehîd Dicle bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Akademiya Şehîd Emgihan Cûdî ya bajarê Kobanê Silêman Silêman îşaret bi berdêlên ku şehîdan di oxira bidestxistina azadiya gelê Kurd de dane kir. Her wiha îşaret bi lehengiya şehîd Zîlan kir.

Silêman soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestixstin, da.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(mh-bx)

ANHA